Zext û zordariya polîsan û rayedarên zanîngehan li ser xwendekarên zanîngehê yên welatparêz her ku diçe zêde dibe.

Piştî xwendekarên welatparêz di 25'ê Îlonêde li Zanîngeha Dîcleyê stantên rojnameyan vekir, zext û tacîza polîsan a li ser xwendekarên welatparêz zêde bû. Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê DUO-DER'ê li kampusa Zanîngeha Dîcleyê di 25'ê Îlonê de stanta rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê vekiribûn û rastî êrîşa polîsan hatibûn. Di heman rojê de xwendekarên Fakulteya Zanistiyên Îdarî û Îktisadî li pêş fakulteyê li hev kom bûn û li pêş fakulteyê stanta rojnameyan dîsa vekirin. Piştî xwendekaran stanta rojnameyan vekir, polîs hatin cem stantê û gefên "Belav bibin, em dê wêneyên we li vir bikişînin û bişînin ji malbatên we re" li xwendekaran xwarin. Lê ji ber xwendekar belav nebûn û bi komî ketin kafulteyê, piştî derketina fakulteyê polîsan xwendekarê bi navê Vakkas Korkmaz û Esra binçavkirin û piştre serbest berdan. Xwendekaran dîsa di 26'ê Îlonê de li kampusa Zanîngeha Dîcleyê stanta rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê vekir. Xwendekarên ku ji bo piştgiriyê stantên rojnameyan vekir, rastî mudaxaleya polisan hatin. Xwendekarên ku rastî mudaxaleyên polîsan hatin dîsa li pêş Fakulteya Perwerdehî û Mimariyê stant vekir û biryara xwe ya stantê didomînin.

'Polîs wêneyê xwendekaran dikişîne'
Xwendekarê bi navê Emre Donukar, diyar kir ku her tim polîs wan dişopîne û wiha got: "Polîs wêneyê me dikişîne û kamara dikişîne. Ji ber ku em Kurd in rasti vê pêkanînê tên. Em li hemerî van zextên polîsan serî danînin û em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê her tim rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat bixwînin û bidin xwendin."
Donukar, bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku bila baş zanibin ku ew dê li hemberî zextan bêdeng nemînin û tu hêz nikare wan têk bibe."
Xwendekarê ku navê xwe neda jî diyar kir ku her tim polîs wan dişopine û tacîz dike. Xwendekar da zanin ku her tim polîs xwendekaran nîşan dike û wêneyê xwendekaran dikişîne. 

AMED