Li gelek deveran, nexasim jî li Rojava ji bo salvegera diduyan a dagirkirina Efrînê çalakî hebûn, Meclisa Xwendekarên Efrînê ya Herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê bi daxuyaniyeke li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Qamişlo şermezar kir.
Di daxuyaniyê de xwendekarên Efrîn pankartên “Bijî Berxwedana Serdemê”, “Bi berxwedana Şehbayê veger mîsoger e” û “Bes e ji bêdengiya we re” rakirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Xwendekarên Efrînê Evrîn Hesen ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de komkujiyên bi armanca qirkirinê li dijî gelê Kurd ên weke Geliyê Zîlan, Dêrsim, Şêx Seîd, Enfal, Helebçe, Kobanê, Efrîn û herî dawî jî Serêkaniyê û Girê Spî hatin bi bîr xistin û berxwedana gelê Kurd a roj bi roj xurt dibe hat destnîşankirin.
ANHA/QAMIŞLO