Xwepêşandanvanên ku ji aliyê Serokatiya Parlementoya Federal ya Başûrê Kurdistanê ve hatin qebûl kirin, bi peyamên ku li ber avahiya parlementoyê hatin dayîn 25’mîn salvegera Enfalê şermezar kirin. Li vir Parlementerê Tevgera Goran û Parlementerê Kurdistanê Ferman Izedîn axaftinek kir û balkişande ser ku li Kurdistanê zêde girîngiyê nadin Enfalê. Izedîn da zanîn ku, li welatên weke Swêd, Norweç û Îngilîstanê Enfal weke komkujî qebûl kirine û wiha got: “Ji aliyê welatên din ve jî hêdî hêdî Enfal weke komkujî û jenosîd tê qebûl kirin. Ji ber vê çendê pêwîste em bêhtir girîngiyê bidin vê komkujiyê. Ji bo zarokên me jî bizanin Enfal çiye, em dixwazin wezareta Perwerdeyê vê komkujiyê bixe nava programa perwerdeyê.”
Muhsîn Emer ku li ser navê çalakvana danezan xwend jî got: “Em dixwazin li tevayî welatan Enfal weke komkujî bê qebûl kirin. Ev peywirekî mirovane ye.”
HEWLÊR