Bi sedan xwendekarên Efrînê derketin qadê û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Xwendekarên Efrînê yên li Şehbayê xwendina xwe didomînin li dijî êrişên dewleta Tirk ji navçeya Ehdes ya Şehbayê ber bi Gundê Maratê ve meşiyan.
Li Gundê Maratê piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Şoreşa Rojava û Bakurê Sûrî ku neh salan li hemberî şerê dagirkeriyê yê hov bi pêkhateyên xwe hemûyan û gelên li herêmê li ber xwe da.”
ANF/ŞEHBA