Çend roj berê li Zanîngeha Yakin Dogu Qibrisê ya li Lefkoşeyê piştî pevçûnên dawî 10 xwendekarên kurd, hatin binçavkirin û pişt re jî 4 xwendekar ji aliyê zanîngehê ve hatin avêtin. Xwendekarên kurd di serî de rastî kontrola nasnameyê hatin û pişt re rastî êrîşa ulkucuyan hatibûn. Piştî bûyerê rayedarên zanîngehê xwendekar ji zanîngehê avêtin û bi fermana Wezîrê Karên Hundir hatin dersînorkirin. Xwendekarên zanîngehê Serdar Kayaalp, Firat Sandalci, Talha Fehmî Geylanî û Hamdi Seren rojekê hatin binçavkirin û pişt re hatin dersînorkirin. Xwendekarê zanîngehê Serdar Kayalalp û parêzerê wî Abdurrahman Karabulut serpêhatiyên xwe ji DÎHA’yê re vegotin.

‘500 ulkucu êrîş kir’
Serokê Konseya Xwendekarê Zanîngeha Yakin Dogu Qibrisê Serdar Kayaalp, anî ziman ku eleqeya bûyerê bi pirsgirêkên di navbera xwendekarên demokratîk û ulkucu de tune û wiha got: “Piştî bûyera li navçeya Çelê xwendekarên ulkcu dirûşm berz kirin û xwendekarên kurd sor kirin. Piştî ulkucuyan dirûşm ber kirin, koma 500 ulkucu êrîşî 20 xwendekarên kurd kirin. Kayaalp, da zanîn ku wan polîs agahdar kirine û xwestine ku li hemberî bûyeran ewlehyê bigirin, lê polîsan ji wan re gotiye ‘Ji bo ku bûyer mezin nebin divê em we 3 rojan li qereqolê bigirin. Lê belê polîsan ez û 3 hevalên min birin Balafirgehê û beyî me agahdar bike em dersînor kirin.” Kayaalp, anî ziman ku dimenê wî di Youtube û Facebookê de hene û kesên vê yekê temaşe bikin dê zanibin ku tu têkiliya wî û bûyeran bi hev tune ye.

‘Ulkucuyên êrîşkar nehatin binçavkirin’
Kayaalp, destnîşan kir ku 500 ulkcuyan êrîşî wan kir, lê ji ulkucuyan tu kes nehatin binçavkirin. Kayaalp, da zanîn ku hemû kesên hatin binçavkirin kurd bûn û bûyer bi agahiya Midûriyeta Polîsan û çavdêriya polîsan pêk hat. Kayaalp, derbirî ku tu hinceta dersînor a xwendekarên kurt tune. Kayaalp, bibîrxist ku neheqî li wan hatiye kirin û dê li hemû mafê xwe yê hiqûqî û zagonî bigere.

‘Tundiyek mezin heye’

Parêzerê Baroya Konyayê û parêzerê Kayaalp Abdurrahman Karabulut jî anî ziman ku dersînorkirina 4 xwendekarên kurd li dijî zgon û hiqûqê ye û wiha got: “Li Zanîngeha Rojhilata Navîn a Qibrisê xwendekarê kurd di bin gef û tundiyên mezin dene. 

DÎHA/ENQERE