Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heiko Mass ji bo ku beşdarî paneleke li Zanîngeha Osnabruckê çû bajarê Elmanyayê Osnabruckê û li wir, di ketina zanîngehê de xwendekarên zanîngehê yên Kurd û hin xwendekarên Elman ew protesto kir. Xwendekaran di ketina zanîngehê de pankarta li ser nivîsandî ‘Bijî Şoreşa Rojeva’ û pankarteke ku balê dikişand ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê nîşan da. Xwendekaran di dema panelê de jî ji Maas pirsa ka çima nîşanên YPG´ê li Elmanyayê qedexe ne kir.
Maas di panelê de li ser rewşa siyasî ya li Elmanyayê, hilbijartinên Parlamena Ewrûpayê, sekinandina firotina sîlehan a ber bi Erebistana Siûdî ve peyivî. Piştî axaftina wî, jineke ciwan a Kurd ji Maas ev pirsî ka ew li ser van mijarên hanê çi difikire: "Dewleta Tirk bi alîkariya Elmanyayê li dijî Efrînê şerekî xwînrij kir. Dewleta Tirk sîlehan difiroşe Tirkiyeyê. Kurd têkoşîneke bi rûmet li dijî DAIŞ´ê dikin. Krîmînalîzasyona Kurdan li Elmanyayê heye, heta nîşanên YPG´yêî jî tên qedexekirin." Maas tercîh kir ku xwe ji pirsan bide alî û îdîa kir ku li Elmanyayê zext li Kurdan nayê kirin.
OSNABRÜCK