Çawa ku ji we ve jî xuya ye, şewba vîrusa koronayê bandorê li cîhanê hemûyî dike. Ji ber vê jî rewşa asayî awarte bûye û nameşe. Hema bêje di ser 3 mîlyarî re mirov ketine hundir û di mala xwe de ne. Bêguman ev yek jî jiyana rojane ya asayî serûbin dike; jiberên rojane xira dibin û gelek tişt asê dibin.
Ev rewş bandorê li çapemenî û ragihandinê jî dike. Hinek sazî û dezgeh hindik mane kilîtê li deriyê xwe bidin û derî dadin. Em jî weke çapemeniya azad bi kêm kesan hewl didin xeber û nûçeyên rast û durist bigihînin gelê xwe. Lê tenduristiya gelê me; heval û hogirên me di ser her tiştî re ye. Ji ber vê jî em ê jî ji 2ʼê Nîsanê û pê ve derbasî xebateke dîjîtal bibin ango li ser înternetê xebata xwe dewam bikin. Kengî rewş bi ser xwe ve hat, em ê careke din li çapemeniya kaxizî vegerin. Bêguman em ê her bi awayekî xwe bigihînin we; nûçe û xeberan ji we re ragihînin.
Em xwedî rêûresmeke demdirêj in. Hema bêje, ev 25 sal in, li sirgûnê bi Kurdî û Tirkî weşanê dikin. Li ser rêûresma ragihandina azad; alahilgirên hevalên weke Selçûk, Hafiz, Sînan, Ferhat, Gurbet, Nûjiyan, Apê Mûsa û yên weke wan in. Em ê her li ser şopa wan bimeşin û dilsozê bîranîn; armanc û hedefên wan bin…
Bi wê hêviyê ku em careke din di rojên bi sihet û çapemeniya kaxizî de bi hev re bin…
PolîtîkAzad