SORGUL ŞÊXO / JINNEWS / TIL TEMIR
Semîra Şukrî ya ku di 14 saliya xwe de tevî derfetên kêm hînî zimanê Kurdî dibe, dibêje, heger jin li zimanê xwe xwedî dernekevin nasname, dîrok û çanda gelekî dê tine bibe.
Semîra Şukrî sala 1973’an li Kobanê hatiye dinê, ji ber zext û zordestiyan di 14 saliya xwe de tevî derfetên kêm, hînî xwendina zimanê Kurdî dibe. Semîra Şukrî ya ku ji zimanê dayikê re xizmetê dike, dibêje: “Xwendina pirtûkan lêgerîna ber bi heqîqetê ve ye. Lewma, divê em bixwînin û li zimanê xwe xwedî derkevin.”
Semîra Şukrî armanca fêrbûna xwendin û zimanê dayikê wiha rave kir: “Di serdema Rejîma Baesê de Kurd ji gelek mafên xwe yên mirovî bêpar dihatin hiştin. Li dijî vê yekê em têkoşiyan. Di nava vê têkoşînê de min hînbûna zimanê dayikê jî min ji xwe re kir armanc. Çimkî heta ku em li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê nikaribin xwe biparêzin.”
Bi dizî lê serfiraz
Semîra Şukriyê da zanîn ku ew di bin şert û mercên gelekî zehmet de hînî zimanê dayikê bûne û wiha domand: “Em bi dizî hînî zimanê dayikê dibûn. Ez qet ji bîr nakim. Têkoşîna ji bo ziman û nasnameyê me da gelek taybet bû. Niha jî em hewl didin ku vê têkoşînê mezintir bikin. Ez niha gelek pirtûkan dixwînim da ku zimanê min bi pêş bikeve. Dema ku ez pirtûkan dixwînim, ez dibim xwedî agahiyên nû. Min pirtûka Şehîd Semra û Sakîne jî xwend û ez bûm şahidê têkoşîna wan a bi salan. Jinên ku bixwînin azad dibin û dibin xwedî sekneke bi hêz.”
Semîra Şukriyê wiha dawî li gotinên xwe anî: “Heger jin li zimanê xwe xwedî dernekevin nasname, dîrok û çanda gelekî dê tine bibe. Lewma, divê bi taybet jin xwedî roleke sereke bin. Divê em wekî jin, girîngiyê bidin ziman û xwendinê. Xwendina pirtûkan lêgerîna ber bi heqîqetê ve ye. Lewma, divê em bixwînin û li zimanê xwe xwedî derkevin.“