
Di demên dawî de li bajar û navçeyên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê Komên Xwendinê hatin sazkirin û ew Komên Xwendinê di xebatên xwe de pêşvebirina xwendina Kurdî û geşkirina wêjeya Kurdî ji xwe esas digirin.
Yek ji wan Komên Xwendinê jî li Antalya bi alikariya Kurdî-Der a Antalyayê beriya bi du sal û nîvan hat damezirandin. Xebatkarê Koma Xwendinê ya Antalya Sîyajîn Aramî destnîşan dike ku heta niha li ser teorî û rexneya wêjeya Kurdî gelek şêwir li darxistine û bi van şêwirên li ser teorî-rexneyê re jî wan 15 pirtûkên Kurdî xwendine û nirxandine.
Atmosfereke wejeyî û jixwebaweriyê diafirîne
Li bajarê Tirkiyeyê gelek ciwanên Kurd ji ber axaftina bi Kurdî bi hîsteriyên faşîzane hatin qetilkirin. Lewma jî belavbûna Komên Xwendinê li bajarên Tirkiyeyê girîng e. Xebatkarê Koma Xwendinê ya Antalyayê Sîyajîn Aramî atmosfera faşîzane ya li Antalya û xebatên xwe wiha rave dike: “Li Antalya û li gelek bajarên Tirkiyeyê ji ber axaftina bi Kurdî bi awayekî faşîzane li dijî Kurdan êrîş tên kirin. Bi taybetî jî ku em behsa Antalya bikin, çend êrîşên bi vî rengî çêbûne û li navçeya Antalyayê Kaşê xortekî 20 salî hate kuştin, ji ber ku mirovek hat kuştin, ev êrîş hate diyarkirin lê gelek êrîşên ku nayên diyarkirin hene. Her ku mirov dibêje li van bajarên pirrzimanî û pirrçandî divê êrîşên wisa neyên kirin, lê mixabin Antalya li Tirkiyeyê maka faşîzaniyê ye.
Ev rewşa li Tirkiyeyê jî bi awayekî girtî ji bo pêşvexistina Kurdî û Kurdewariyê dibin asteng, lê bi çalakiyên komên xwendinê atmosfereke wejeyî û jixwebaweriyê diafirîne û ev yek jî ji bo pêşvexistina takekesî û Kurdewarî dibe rayekî girîng. Xwendin û hunera Kurdî takekesî û Kurdayetiya mirovî bedew dike, hemû cax û astengiyan hildiweşîne!”
Karker jî û xwendakar jî hene
Sîyajîn Aramî derbarê komê û asta tevlîbûna wê de van agahiyan dide: “Koma xwendinê ya Antalya, ev du sal û nîv e ku li Antalyayê me saz kiriye û heta niha li ser teorî û rexneya wêjeya Kurdî me gelek şêwir li darxistine û bi van şêwirên li ser teorî-rexneyê re jî me 15 pirtûkên Kurdî xwendine û nirxandine. Hejmara endamên me yên komê sal bi sal zêdetir dibe lê hejmara kesên ku tevlî şêwiran dibin jî her şêwir diguhere. Her şêwir zêdeyî 12 dildarên Kurdî tevlî şêwirên me dibin. Di civîna me yî dawî de 17 kes tevlî şêwirê bibûn, çar kes ji hêla temenî ve 45-55 lê yên din 18-28 an de ne. Di şêwirên me de ji hêla pîşeyî ve bi piranî xwendevanên zanîngehê hene lê du mamoste û du karker jî tevlî şêwirên me dibin. Li Antalyayê çalakiyên derbarê çand, wêje û zimanê Kurdî de kêm tên kirin, ji ber vê yekê tenê em bi alîkariya Kurdî-Dera Antalya şêwirên xwe li dar dixin”
Hejmar duqat bû
Koma Xwendinê neqandin û tercîhên xwe yên pirtûkan weha terîf dike:” Di nava du salan de hejmara komên xwendinê duqat bû, ji ber vê yeke jî êdî pirtûkên Kurdî li ser medyaya civakî û di nav xwînerên Kurdî de zêdetir tên nasîn. Em jî wek Koma Xwendinê ya Antalyayê ji roja ku me koma xwe saz kiriye û heta îro xwedî hin rêgez û şertê neqandina pirtûkan û birêvebirina şêwiran in. Esasên me yî neqandina pirtûkan jî ev in: - Li gorî cûreyên pirtûkan (roman, çîrok, kurteçîrok, helbest û werger) - Pirtûkên ku qet an jî di demeke nêz de ji hela komên din ve nehatibin nirxandin. - Pirtûkên ku ji zaravayekî Kurdî ji bo Kurmancî hatibin wergerandin. - Berhemên nivîskarên ciwan an jî berhemeke ku nû hatibe çapkirin. - Li gorî herêma nivîskarê berhemê (Ji bo ku em ji her devokê û her herêmê pirtûkan bixwînin û binirxînin) - Her nivîskarek û berhemek.”
‘Komên Xwendinê navgîneke bêhempa ye’
Her wiha bi rêya Komên Xwendinê têkiliya xwîner û nivîskar jî xurttir û qewîtir dibe.
Sîyajîn Aramî derheqa vê yekê de dibîje: “Çend komên xwendinê heta ku ji deste wan bê nivîskarê berhemê jî tevlî şêwirên xwe dikin û ev yek têkiliya di navbera xwîner û nivîskar de qewîtir dike. Ji ber ku endamê koma me zêdetir xwendevan in, bêderfet in û Antalya jî dûrî Kurdistanê ye, em nikarin nivîskaran tevlî şêwirên xwe bikin lê ev yek ji bo têkiliya navbera xwîner û nivîskar re nabe asteng. Bi kurtasî ‘komên xwendinê ji bo wêjeya Kurdî û ji bo têkiliya xwîner-nivîskar navgînine bêhempa ne.” Herî dawî Aramî banga li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê avakirina Komên Xwendinê dike û dibêje:” Bila komên xwendinê bibin ‘HAWAR’a ziman û wêjeya Kurdî.”
Dij-kolonyalîst û dij-asîmîlasyonîst in
“Di van salên dawî de li gelek bajarên Kurdistanê (Koma Xwendinê ya Qoserê, Kulûba Xwendinê ya Diyarbekir, Koma Xwendinê ya Celadet Alî Bedirxan-Sêrt,Koma Xwendinê ya Çewlîgê, Kulûba Xwendinê ya Feqî Huseynê Sagniç-Tetwan, Koma Xwendinê ya Nisêbînê, Koma Xwendinê ya Mûşê, Koma Xwendinê ya Êlihê, Koma Vejîn ya Zanîngeha Mêrdîn Artuklu, Koma Xwendinê ya Hemzeyê Miksî-Wan ) û li çend bajarên Tirkiyeyê (Şêwira Xwendina Edebiyata Kurdî-Stenbol, Koma Xwendinê ya Antalya, Koma Xwendinê ya Îzmîrê ) 13 komên xwendinê hatine saz kirin. Ji sedî sed, em dikarin bibêjin komên xwendinê û saziyên ziman weke Kurdî-Der û TZP-Kurdî û hwd di vî çaxê krîtîk de dibin şûr û mertalên Kurdên ku di kendalê bişaftinê de ne, wan rizgar dikin.
Bi saya van xebatên komên xwendinê nivîskar û berhemên nû tevlî cihana wêjeya Kurdî dibin. Di rewşeke asayî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de komên xwendinê bi xebatên xwe yên ziman û wêjeya Kurdî peywira dij-bişavkerî û dij-kolonyalîstî hildigirin. Komên xwendinê terikandina xwendina bi zimanê serdest dikin û rêya wêjeya cîhanê li ber zimanê Kurdî vedikin. Bi vê sekneya Komên Xwendinê em dikarin rasterast bibêjin ku ‘Komên Xwendinê’ dij-kolonyalîst û dij-asîmîlasyonîst in. Kurdîhezan bi ‘Komên Xwendinê’ ji xwe re perestgehên xweş ava kirin da ku xwe ji bişaftinê biparêzin.”
ÎBRAHÎM BULAK/NAVENDA NÛÇEYAN