Fermandar Albîn Harûn: Heger xeterek yan jî êrişek li dijî van herêman çêbe, YPG wê dest werde. Li gorî rewşa dawî her herêm ji bo parastina xwe meclîsên xwe yên eskerî ava dike.

AYSEL AVESTA

Piştî aloziya Sûrî ku derfetên şoreşê bi xwe re derxistin holê, xelkê Rojavayê Kurdîstanê jî ket nava tevgerê û di her alî de xwe bi rêxistin kir, nexasim jî di milê eskerî de. Bi zêdebûna êrişan re xweparastin jî bû karekî bivênevê. Li ser vî esasî, yekîneyên parastina gel (YPG), yekîneyên parastina Jinê (YPJ), QSD û hêzên ewlekariya hundir hatin avakirin. Niha jî ji bo parastina bajar, gund û herêman, meclîsên eskerî tên avakirin.

Hevseroka Meclîsa Leşkerî ya Waşokanî Albîn Harûn li ser armanca avakirina Meclîsên Leşkerî yên cihî bersiv da pirsên me. Albîn Harûn diyar kir ku armanca wan ji avakirina meclîsan ew e ku bajar, gund û herêmên xwe ji êrişên derve û hundir biparêzin. Wê bang li xelkê kir ku beşdarî parastina herêm, gund û bajarên xwe bibe.

Li gelek bajar û navçeyan meclîsên eskerî hatin avakirin,  armanca van meclîsan çi ye, çima pêdivî bi wan hebû?

Projeya avakirina meclîsên eskerî ne nû ye, ji destpêka Şoreşa Rojava ve ev proje hebû. Lê piştî ku şoreş bi pêş ket, hinek pêdiviyên cuda derketin pêş. Dema ku dijmin êrişî hinek bajarên Herêma Xweseriya Demokratîk kir pêwistî bi hêzeke profesyonel giştî û rêxistinkirî çêbû. Ev jî hêza YPG-YPJ´ê bû.YPG/YPJ weke artêşeke neteweyî ji bo hemû herêman derket pêş û bi erka xwe rabû. YPG-YPJ li gorî pêdiviyên demê bi înîsiyatîf û çalak tevgeriya da ku bibe bersiv ji êrişên pirralî re. Weke mînak destpêkê hêzên Qamişlo tenê di ber Qamişlo de û yên Dêrikê di ber Dêrikê de berpirsyarbûn. Lê ji ber zêdebûna êrişan, hêzên herêmî tenê nedikarîn bibin bersiv. Ji ber vê yekê, YPG neçar dima ku ji Qamişlo dest werde Serêkaniyê. Ji Dêrikê dest werde Hesekê, Holê û Şedadê. YPG/YPJ li gorî pêwistiyên demê bûn artêşa tevahiya Bakûr û Rojhilatê Sûrî. Ez dikarim bibêjim, niha avakirina meclîsên eskerî li gorî formata destpêka şoreşê ye.

Gelo di pratîkê de van meclîsan çi erk daye ser milê xwe?

Meclîs li herêman ji bo parastina bajar gûnd û taxan tên avakirin. YPG/YPJ xwe fesix nakin, weke xwe dimînin. Heta xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî, hîna zedetir berfireh rêxistin û profesiyonel dikin. Meclîsên eskerî yên cihî xwe li gorî sîstema leşkerî, li ser asta bajaran bi rêxistin dike. Meclîs hem di sînorên dewletan de hem jî di parastina tax û gundên xwe de berpirsyar in. Meclîs ji taxim, tîm, yekîne û tûgayan pêk tên. Yanî armanca meclîsa parastina herêmên xwe ye. Meclîs xwe li herêm gund, bajar û bajarokan bi rêxistin dike û girêdayî meclîsa herêmekê ya sivîl e. Yanî parçeyek ji hêza eskerî ya civaka demokratîk e. Xweseriya meclîsan ji YPG/YPJ´ê ew e ku girêdayî hêza civaka sivîl in.

Têkiliya QSD´ê û van meclîsan heye yan na, heger hebe, di çarçoveya hiqûqeke çawa de ye?

Bêguman, ji ber ku meclîs hîna ev 2 meh in nû xwe bi rêxistin dikin, heta werin asta ku êdî dikarin herêmên xwe biparêzin, QSD û YPG-YPJ wê piştgiriyê bidin me. Heta meclîs amade bibin, hêzên QSD, YPG û YPJ´ê li hemû herêman wê hebin. Dema Meclîsên eskerî xwe di her alî de perwerde kirin wê demê YPG/YPJ´ê hêzên xwe gaveke paş ve bikişîne. Halê hazir YPG/YPJ hemû çek û cebilxaneyên meclîsan finanse dikin û endamên meclîsan perwerde dikin. Meclîs ji bo ku karibin hemû xeta sînor û gund û bajarên xwe biparêzin, tên perwerdekirin. Di avakirina meclîsan de hêzên koalîsyonê jî cih digirin. Hem di warê perwerdê de û hem jî di warê alavên eskerî de bi me re dibin alîkar. Em naxwazin li herêmê valatiya ewlehiyê çêbe. Ji ber ku li herêmê xetera DAIŞ´ê, hezên selefî, çeteyên El-Qaîdê, Cephet ul-Nusra, û Ehrar El-Şam xilas nebûne. Hina jî rojane li dijî van koman çalakî tên kirin. Ji bo ku valatî çênebe, pêwîst e hêzên koalîsyona navneteweyî di warê perwerde, teknîk û alavên eskerî de alîkariya meclîsên eskerî bikin. Heta niha ji ber ku YPG/YPJ bi van karan radibû, lazimî bi wan nedihat dîtin.

Piştî ku meclîsê eskerî hatin avakirin, rola YPG-YPJ´ê wê çi be li herêmê?

YPG/YPJ hêzeke giştî ye û di ber hemû Bakur û Rojhilatê Sûrî de berpirsyar e. Heta, ez dikarim bibêjim, ji ber ewlehiya Sûrî hemûyî berpirsyar e. Lê meclîs di ber herêm û bajarên xwe de berpirsyar in. Heger xeterek yan jî êrişek li dijî van herêman çêbe, YPG wê dest werde. Dema ku rewş aram be hêzên YPG/YPJ´ê wê li navendên xwe karên xwe bikin. Li gorî rewşa dawî her herêm ji bo parastina xwe meclîsên xwe yên eskerî ava dike.

Herî dawî banga we li xelkê Serêkaniyê yan jî Waşokanî çi ye?

Pêwîst e hemû ferdên civakê li meclîsên xwe xwedî derkevin ji ber ku meclîs ji wan pêk tê. Divê her kes beşdar bibe da ku karibin gund û herêmên xwe ji êrişên derve û hundir biparêzin. Heta niha ti pirsgirêkên bi vî rengî derneketine em hêvî dikin ku ji niha û pê ve jî piştgirî zedetir û daîmî be. Di nava vê mehê de bi dehan hucereyên veşartî yên çeteyên DAIŞ´ê hatin îmhakirin û gelek kes ji wan di ser sûc de hatin girtin. Gelek ji wan dema dixwestin çalakiyên mezin li dijî gel bikin, ji aliyê hêzên meclîsa eskerî ve hatin bêbandorkirin. Ji ber wê xurtkirin û rêkxistinkirina meclîsan ji bo parastina civakê gelek girîng e. Li ser vî esasî em bang li hemû pêkhateyên civakê dikin ku tevlî parastina gund, bajar û herêmên xwe bibin.