Xwepêşandan jî kete ber lêpirsînê
Li bajarê Elmanyayê Luneburgê rûniştina yekê ya doza li dijî alaya Antîfayê bi rê ve çû. Di rûniştina li Dadgeha Sulhê ya Luneburgê ya doh de rayedaran hewl da xelkê nexin hundirê hola rûniştinê. Piştî minaqeşeyên 40 deqîqeyan heyeta dadgehê destûr da 3 kes li dozê temaşe bikin.
Doz ji ber ku sembola Antîfa Înternasyonal ”Alaya KCK´ê bi bîr dixe” hatiye vekirin. Berdevkê Tevgera Antîfaşîst a Luneburgê Olaf Meyer bal bire ser kirinên weke lêgerîna taybet a kesê dozlêkirî, qebûlnekirina temaşekerên dozê kir û got, ”Tehlûkeyeke tine ji xwe re çêdikin, semboleke qedexe ya nîne, ji xwe re çêdikin. Ev hemû jî tenê ji ber îfadeya polêsekî beşa Parastina Dewletê ye. Li dijî me krîmînalîzasyonê dikin.”
Di îfadeyên şahidan de derkete holê ku polêsê Hannoverê û Luneburgê li ser qedexeya sembol û alayan li hev nekirine û minaqeşe kirine. Sedemên minaqeşeyê jî alaya YPG´ê û ya Antifa Înternasyonal e. Li gorî polêsê Hannover ne qedexe ne û li gorî yê Luneburgê qedexe ne. Di rûniştinê de li şahidan hat guhdarîkirin, lê antîfaşîstê doz lê hatî vekirin hîna prastina xwe nekiriye.
Xwepêşandana li ber dadgehê
Doh beriya rûniştina dozê li pêşiya dadgehê jî xwepêşandanek hebû. Di çalakiyê de 30 kesî 15 alayên Antîfa Înternasyonalê hilgirtin. Polêsên bi çekên giran bi darê zorê ev ala ji xwepêşandêran stendin. Olaf Meyer got, polês bi ser wî de çûne û jê re gotine, li dijî wî jî wê dozeke nû bê vekirin.
Rûniştina bê ya dozê wê 7´ê Tîrmehê bibe. LUNEBURG