
23’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi şîara „Bi Rêbertiya Azad Em Neteweya Demokratîk Ava Bikin” li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê bi beşdariya deh hezaran pêk hat. Festîval bi hevkariya Meclîsa Aştî û Demokrasî ya Ewropayê (ABDEM) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) hate lidarxistin.
Di destpêkê de ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Hollanda, Swîsre ji gelek welatên Ewropa bi dehhezaran Kurd û dostên wan ji bo festîvalê li Dusseldorfê kom bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm, Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, ABDEM, rêveberiya Yekîtiya Hêza Demokratîk, gelek şex û siyasetmedar tevlî festîvalê bûn. Qada festîvalê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK, PYD, KJAR, TJK-E, HPG, YPG’ê ve hat xemilandin. Li qadê posterên Şervan, Ekîn Wan, Erdal Nûda, Tolhildan Firat, Harûn Raman û gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat daliqandin.Koroya Zarokan sirûda Ey Raqip gotin û festîvalê destpê kir. Jinên bi cilê neteweyî tevlî bûn bi dirûşmên xwe xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê silav kirin.
Axaftina vekirinê Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur kir û wiha got: „Coşa me ya vir wê îlham û hêzê bide xwerêveberiyan. Em piştgiriya xwerêveberiya gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dikin. Em li hember faşîzma AKP’ê dîsa berxwedana gelan a azadiyê û demokrasiyê silav dikin.”
Hevseroka KCD-E’yê Dilşah Osman wiha axivî: “AKP polîtîkayeke îmhayê dimeşîne. Em van şermezar dikin û dixwazin bên sekinandin. AKP’ê serketina HDP’ê hezm nekiriye û bi êrîşa li hember gel, qetilkirina ciwanan dixwaze tolê rake.”
‘Li dij dîktatoriyê mafê berxwedanê heye’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî peyameke bi dîmen şand. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku „Dewleta Tirk a faşîst“ û hikûmeta Erdogan li hember gelê Kurd û tevgera gelê Kurd êrîşeke mezin bi rê ve dibe.
Bayik anî ziman ku ji 24’ê Tîrmehê û şûn ve ev êrîş ketine merheleyeke nûn û got: “Ev êrîş di salvegera tifaqa Lozanê de destpê kirin.” Bayik wiha axivî: „Erdogan rejîmeke faşîst, dîktator ferz dike û ev ji bo tevgera me, gelê me û hêzên demokrasiyê mafê li dijî wê seknê dafirîne. Ji ber vê jî gelê me li gelek bajaran Kurdistanê xweseriya demokratîk derxiste pêş.
Ev li hember faşîzmê, dîktatoriyê berxwedanek e. Ev berxwedana demokrasiyê ye.“ Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê axaftina xwe wiha domand: „Ger dîktatoriyê ji xwe re mafek dibîne, li hemberî wê berxwedan jî mafê me ye.”
Bayik wiha got:“Xwestin vê jî bikin propagandaya hilbijartinan, xwestin di hilbijartinan de wiha bi ser kevin.“ Bayık axaftinên xwe wiha domand:“Bi vî rengî nikarin di hilbijartinan de bi ser kevin, encamekê jê bigirin. Ev taktîk gelek caran bi kar anîne û her ceribandine jî derbe xwarine. Vê carê jî wê derbên mezin bixwin.“
Bayik destnîşan kir ku ev taktîkên Erdogan û hikûmet serî lê didin, zeîfetiya wan dide dest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê gelê me bi ser bikeve. Ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve.”
‘ Çeka vî gelê têk bibe hê çênebûye’
Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelê Kurd bi qasî di ti deman de nehatiye dîtin nêzî azadiyê ye û ji bo vê yekîtiya neteweyî girîng e.
Endamê Desteya Rêveber a DÎDF Yucel Ozdemîr ê li ser navê ABDEM’ê axivî polîtîkayên AKP’ê bi tundî şermezar kir û got: “Berpirsê kaosa li Rojhilata Navîn AKP ye.”
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim diyar kir ku Kurdan li Rojhilata Navîn xwe îspat kirine û wiha axivî: “Kurd ji bo her tiştî amade ne. Kurdan li Şengalê li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dane û bi ser ketine. Bi vê serketinê îro tevahî gel bi awayekî azad û wekhev bi hev re dijîn. Em xwediyê Şengal, Kobanê û Qamişlo ne. Em xwediyê Mezopotamya ne. Em xwedî dîrokek kevnar in. Şerê me yê li Rojava li hember dijminên mirovahiyê ne. Têkoşîna mirovahiyê ye.”
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi tundî polîtîkayên AKP û Serokkomar Recep T. Erdogan rexne kir. Demirtaş wiha axivî: “Ev gel ewqasî ji bo aştiyê bi xwestek, aşiqê aştiyê be ti çekê wan têk bibe hê çênebûye. Li hemberî gelekî wiha tevahî artêş û çek neçar in. Li hemberî vî gelê mafdar her kes wê bin bikeve. Artêşa Qesrê wê ti carî bi ser nekeve. gelê Kurd pêk hatine.
DUSSELDORF