KOLN: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê, saet di 17:00 de Kuristanî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û komên ji baweriyên cuda li Meydana Domê li hev civiyan û dirûşmên ‘Kujerê zarokan Erdogan’ qîriyan. Kurdistaniyên li vê derê, ji bo bala biyaniyan bikişînin ser mijarê, sînevîzyonek ji terora AKP’ê ya li Kurdistanê nîşan dan. Di axaftinên li mîtîngê de bang li gel hat kirin, ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne û bi ruhê seferberiyê xwedî li Kurdistanê derkeve. 

DUSSELDORF: Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, li ser banga YJK-Elmanya û NAV-DEM’ê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, giseya gel daket kolanan û 3 rojan li gelek navendên bajêr çalakî pêk anî. Girseya gel e li Bûrgplatzê li hev civiya û daxuyaniyek da çapemeniyê. Di axaftina li vir de bal hat kişandin ser komkujiyan û helwesta Elmanyayê hat rexnekirin. 

MUNCHEN: Komek ji endamên Ciwanên Azad li Munchenê li metoyan pankart vekir û çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anî. Ciwanan banga dijderketina komkujiyan kirin. 

WÛPPERTAL: Li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi armanca şermezarkirina êrîş û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya li ber Cîty Arkadenê de bal hat kişandin ser rewşa birîndarên li maleke li Cizîrê asê mane û hat xwestin, ku tavilê ji wir bên wergirtin. 

MUNSTER: Li bajarê Elmanya Munsterê, li dijî komkujiyên li Kuristanê ber bi Nûnertiya NATO’yê ve meşek hat lidarxistin. Di meşa bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Meşê ji ber stasyona trenê destpê kir û SPD, Partiya Keskan, Dîe Lînke, komên antî faşîst, endamên Komeleya Elewiyan, Odak û gelek rêxistinên civakî yên demokratîk destek dan.

FRANKFÛRT: Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, Însiyatîfa Gel a Kurd li balafirgehê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di çalakiyê de hikûmeta Elmanya ya li pêşberî komkujiyan bêdenge hat protestokirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kujerê zarokan Erdogan” hatin qîrîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku bêdengî tê wateya desteka ji bo komkujiyên AKP’ê.

CREÎL: Li bajarê Fransa Creîlê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd komkujiyên ji aliyê AKP’ê ve tên kirin hatin protestokirin. Girseya gel a li ber garê li hev civiya, daxuyaniyek li vê derê da çapemeniyê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN