Ferhad Dêrik, balkişand ser pêşniyara Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê û diyar kir ku ji bo aloziya li Sûriyê dawî bibe û pê re çareseriya hemdemî bi xwe re bîne derket holê. Dêrik, da zanîn ku ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê her wiha di hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Hevnaskirina netew, ol û mezheb

Dêrik, diyar kir ku her heremekî ji bo karibe ol, netew, mezheb, civak di hêla xweserî de bi awayek azad karibe xwe bijî û wiha got: “Li vir pirsgirêka herî mezin ew e ku ji bo oldarî nebe olperestî, netew ne be netewperestî, mezhep nebe mezhebperestî. Pergala federaliya demokratîk dê pêşî li van hêmanan bigire. Ji ber ku ev pergal dihêle ku netew tê hev nas bikin, ol û mezheb hev nas bikin û rêz li hemberê hev bigirin.”




Naveroka pergalademokratîk 
Dêrik, destnîşan kir ku Xweseriya Demokratîk dê bibe naveroka sîstema Federasyona demokratîk û ev tişt gotin: “Bi riya sîstema federaliya demokratîk, karibe biryara xwe bi xwe bide. Hemû pirsgirêkên xwe re çareser bibîne û pêşketinê jê re bibîne. Ji civakê re di destê civakê. Di tax, meclîsê re ev jî di çerçoveya meclîsa giştî re bibîne. Di taxekî bajar de civak biryara xwe bide. Ev tiştê em dibêjin pêkanîna rêbazên xweseriya demokratîk e, ji ber vê yekê jî dê federaliya demokratîk bingeha xwe ji xweseriya demokratîk bigire.”




‘Gel wek e pergala xwe dibîn in’


Dêrik, li ser civînên di nava pêkhateyan ên li gelek herêman pêk anîne de jî agahî da û wiha pê de çû: “Hem welatiyên Ereb û tirkmen ên li gund, bajarok û navçeyan digihijin hev dibêjin ‘ji bo federaliya demokratîk bi me re civînên taybet çêbikin, lewra em dixwazin vê pergalî fêm bikin’. Piştî em bi wan re civînan çêdikin, yê herî zêde xwedî li pergalê derdikevin ew in. Ew bi xwe dibêjin, ‘ev pergal ji bo xwe naskirin, nasname, çanda xwe baş bijîn tam li gorî me ye’. 
Ferhad Dêrik, destnîşan kir ku pergala federaliya demokratîk pêşî li desthiladariya netew dewletbûnê digire.

Dêrik, balkişand ser xebatê amadekirina hevpeymana civakî ya pergala federaliya demokratîk û da zanîn ku çewa hemû pêkhate cihê xwe di meclîsa damezrandina pergala federaliya demokratîk de dibîne, dê nêrîna wan jî di hevpeymana civakî de cihê xwe bigire. 


ERDOGAN ALTAN 
/ DÎHA/KOBANÊ