Endamê Meclîsa Avakar a Şengalê û Hevserokê Partiya Azadî û Demokasî ya Êzidiyan (PADÊ)  Emer Salih li ser mijara Xweseriya Şengalê axivî. Salih da xuyakirin ku ew di fermanekê re derbas bûn û got:” Ev ji mafê me ye û tê wê wateyê ku em dikarin xweseriya Şengalê bixwazin. Bi salan e ser gelê me yê Êzîdî siyasetek qirêj tê meşandin, lewra jî fermanek wisa hat serê me. Me jî wekî gelê Êzîdî biryar da ku em xwe, bi xwe rêvebe bibin û ser lingên xwe bisekinin. Beriya fermanê derfetek wisa nebû û desthilatdaran rê nedida civaka me. Di salvegera 2’emîn a Meclîsa Avaker de me wekî meclîs biryar da amadekariyan bikin û xwesertiya Şengalê ragihînin. Kesê ku destê wî di fermanê de tûne em dikarin destê wan bigirin û yekitiyekê ava bikin û Şengalek azad û xweser ragihînin.”

‘Werin cihê xwe bigirin’

Salih diyar kir ku ewê li hemû gundê Şengalê meclîsên xwe ava bikin û gel rêxistin bikin û wiha domand: “Niha di meclîsa me ya Avakar de 34 endam hene. Lê dema me xwesertî îlan kir wê demê em ê bibin meclîsek ku ji 150-200 kesî pêk tê. Her wiha ev meclîsê nûnertiya hemû kesên Êzîdî bike. Rêveberiya ku wê çêbibe wê  komiteyên rêveberî, dîplomasî û qaymeqam hemû Êzîdî bi xwe bin. Îro hêza me ya YBŞ, YJŞ, Asayişa Êzîdxan û saziyên me hatine avakirin. Wê demê hemû partî û komên Êzîdiyan dikarin werin em dest bidin hev û cihê xwe di vê meclîsa berfireh a Xwersertiyê de bigirin.”

 Ji ber Êzîdî nebin xulam 

Salih balkişand ser fermana 73’an û diyar kir ku ewê Şengaleke beriya 3’ê Tebaxê bi tû awayî qebûl nekin û wiha pêde çû: “Ev ferman li ber çavê hemû cîhanê bi serê civaka me de hat û bi sedan dayîk, xwîşk û ciwanên me hatin qetilkirin. Bi vê xwesertiyê em dikarin pêşberî êrîş û dijminan bisekinin. Em êdî xwe bi xwe rêve bibin û li benda tû kesî neminîn. Ji bo ku fermanek din ser gelê me de neyê. Bi îlankirina xweseriyê emê di herî alî de guhertinan li Şengalê çêbikin. Ger em vê carê jî xwe neguherînin wê fermanek din bi ser me de were. Em bi guhertina civaka xwe enceq dikarin fermanan rawestînin. Dema me pêşiya fermanan girt wê demê gelê me wekî niha di Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Ewrûpa re dernekeve. Bi xwesertiyê em dikarin xulamtiya civak û kesen din nekin û xwe bi xwe rêve bibin. Dema xwesertî çêbû wê leşker û şervan ji civaka me bin. Dema şervan û artêşa me ji civaka me bin, ferman jî were wê ciwanên me yên Êzîdî heya mirinê li ber xwe bidin.”

 Dest bi xebatan kirine

Salih destnîşan kir ku ew jî wekî PADÊ di hemû aliyan de piştgiriya projeya xwesertiyê dikin û got: “Em bi hemû hêz û partiya xwe ve li gel vê biryar û projeya Meclîsa Avakar in. Ji ber ku ev meclîs, meclîsa tevahî gelê Êzîdî ye. Partiya me û meclîs wekî şandeyekê wê li hemû gundê Êzîdiyan bigerin û bi gel re civînan çêbikin. Ji bo ku em xwesertiyê li gelê xwe û civaka xwe bidin fehm kirin. Me li gundê Bûrik yê Şengalê ji bo xwesertiyê civîn bi gel re çêkir û ji gel re wateya xwesertiyê anî ziman. Bajarê Şengalê wê bibe navenda Xweseritiyê. Heya gelê me yê li gel qaymeqamê Başûr, wê werin gel me em ê hemû pirsgirêkên wan çareser bikin û ji wan re bibin alîkar.”

 Madeya 116 – 125’an maf dide 

Salih axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo xwesertiyê heya niha em bi Iraqê re rûneniştine. Lê madeya 116 – 125’an maf dide hemû kêmneteweyên Iraqê ku xweser bijîn û xwesertiya xwe îlan bikin. Gelê wekî Êzîdî, Şebek û Kakayî dikarin li parêzgeha Nînova xweser bijîn. Ji ber ku sibê dema Musil hat rizgarkirin, wê bibe sê parêzgeh, Şengal jî yek ji van parêzgeha ye. Wê demê em dikarin ji meclîsa xwe ya xweser yekî hilbijêrin û bikin qaymeqamê Şengalê.”

 Rojava bûye mînak

Salih li ser ceribandin û tecrûbeyên Rojavayê Kurdistanê jî got: “Ev 5 sal e hemû rê û derî li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê hatine girtin, ji bo îrada gelê Rojava bişkîne. Lê dibin pêşengtiya fikirê Rêber Apo de xweserî li Rojvayê Kurdistanê hate îlankirin û îro cihan hemû wan nas dikin û bi wan re têkilî datîne. Em ê jî mina Rojava Xwesertiya xwe îlan bikin û ji tecrûbeyên wir sûd bigirin.”


RIZGAR DENÎZ / ŞENGAL