Xweserî; bi kurt û kurmancî tê wateya, li ser bingehê birêkxistin û nûneriya hemû cudahihiyan, bi dizayîn û rêorganizekirineke xwerû û nû bidestxistina  statû yan jî otonomiyeke li gor pêdiviyên demê ifade dike.
Ji bo netewa Kurd, kêmnetew û beşên civakê ku bê statû û nasnameyekê bende hatine girtin, bikanin bibin xwediyê statuyekê, Tevgera Azadî projeyekê çareseriyê li Kurdistanê daxistiye qada jiyanê. Ew vê pêşniyarê gelên li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn jî dike. Vê jî mantiq û boçûnên statokoya heyî teqandiye. Hemû êrişên der û hundir, li gel wê mijara nîqaşê li ser vê pindê gurr bûye.
Tevahiya dagirkeriyê bi nûnêrên xwe yên faşîzma kesk ve şoke bûne, li aliyekê bi vê şokê bi têgînên faşîzan û xwînxwariyê ala xwe dana destên sûtalên kuçeyan, êrişên kargehên Kurdan dikin, ji bo têrandina hestên xwe yên sadîst çanda xwe ya lîncê bikartînin. Li aliyêkê çiya û zozanan dane ber topbaranê û polêsên di rola SS ên naziyan de xistine nava bajaran. Li aliyê din hemû kolomnist û pisporên xwe yên di çapemeniya bende de, çi qaşo lîberal û demoqrat, çi kevneperest û qaşo oldar ji bo bangaşiyeke reşkirinê bi kar tîne.
Mêjiyên li gor polîtîka perwerdeya nijadperestiya Tirkayetî hatiye dagirtin di nava sergêjî û hişmendiyeke şêlû de ye, nikane rastiya giyana demê bibîne, ji wê jî di vê parçekirina statuko û boçûna paşverû û nijadperest de têkçûna xwe jî dibîne. Yên piçek jî be, rastiyê dibînin jî bi refleksa debarê fermanên nandarên xwe pêktînin.
Rewşenbîriya Tirk ya ku piçek jî be, xwe ji wê statuko û hişmendiya bende û nijadî qetandiye jî, hîna negihîştiyê wê pîleyê ku bikane rastiyan bi giştî ji erênî û nerêniya ji vê mêjiyê serdest wê de binirxîne. Ji wê jî tiştên ji qalibên pergala qapîtalîzmê afirandî der, serê wan tevlihav dike. Ji ber ku bangaşiya; Kurd ne di wê astê de ne ku bikanin bifikirin, projeyên çareseriya pirsgirêk û civakan biafirînin (tenê Tirk û ewropayî di vê qudretê de ne!), dijminê der ew derxistina pêş hişmediya Tirk ya pîroz(!); di mêjiyê wan ên piçûk û di kurahiya hişmendiya wan de melisiye, naxwazin rasterast xwedî li vê pirojeyê derkevin û wê bipejirînin. Ji wê jî hevokên wan ji gotinên wek „hima, lê, gelo“ rizgar nabe.
Rewşenbiriya di nava Kurdan de; bi giştî ne li ser bingehê perwerdeya netew û aboriya Kurd, li ser bingehê perwerdeya netewe û aboriyên gelên din pêkhatiye. Teşeyê xwe li gor wan pergalan girtiye. Ji wê jî hetanê di xwekuştinekê re derbaz nebe, ji rengê rewşenbiriya netewa dagirker û yên din rizgar nabe. Ji ber vê sebebê ew jî tenê dikane di nava çarçveya pergala heyî de li dîmenên civakî, aborî û çareseriyan binêre. Lema jî zû baweriya xwe bi nirxandinên kolomnist û rewşenbiriya netewa dagirkeran tîne. Ne rasterast bi şermokî jî be, ew jî li ser bendê boçûnên statukoparêziya inteligenziya dagirkeran nêzîkê mijaran dibe. Ji wê jî li pey îlankirina xweseriyê, hin ji wan di nava çarçoveya kolomnîstên çapemeniya dagirkeran de nêzîkê rastiyê bûn. Heta hinan bi navê Kurdayetî cesaretê êrişê jî kirin.
Divê ev bê zanîn: Mafên gelan xwezayî ye, ji wê ji kesî nayê xwestin, mirov ji bo wan mafan tu carî li benda merhemeta dagirkerên nijadperest û xwînxwar ranaweste. Mirov statukoya xwe bi xwe diafirîne û dide pejirandin. Eger Kurd ranebûna û tekoşîneke bêhempa nedana, wan ê tu carî nav û nasnameya Kurdan nepejirandana. Eger ROJ TV nehata avakirin, dê TRT6 jî nehata vekirin. Ango divê em bi xwe statukoyekê ji xwe re xwe biafirînin ku ew me bipejirînin. Rastî ev e.
Li Ewropayê prensîbekê heye; projeyên bi aliyê berpirsiyarên (hukumet /serkarî) berê ve hatina danîn, nayên guhertin, dikeve qada jiyanê. Lê li Rojhilata Navîn tersê vê ye. Dema hukumetek bi milyaran pere dixe pirojeyekê, hukumeta din wê projeyê û wan mîlyaran davêje avê, projeyeke din datîne, lema hîç pêşketin nabe. Ev mantiq di hişmendiya rewşenbîran de jî rûniştiye, lê malxirabiye. Jiwê divê hemû rewşenbîrên Kurd vê rastiyê bibînin. Welo ew vê projê rast yan jî bes nebînin jî, divê vê bizanin ku di vê kêliyê de ev proje daketiye qada jiyanê, lema ger her rewşenbîr ji bo ku ev proje ji Kurdan re bibe statûyekê, bi her awayi piştgirî bidinê, bo tijîkirina bingehê wê bixebitin, taku ev proje bi ser ket. Bêgûman divê ew li gel wê projeyên xwe jî amade û pêşkêş bikin, da ku li pey serketina vê pirojeyê ew proje jî têkevin qada jiyanê.
Bêguman ev dazanîn ne tenê ji bo rewşenbîrên Kurd ji bo rewşenbîr û birêkxistiniyên Tirk jî derbaz dibe. Eger em bikanin li ser vê bingehî xwedî li rastiya xweseriyê derkevin, em ê di her warî de bi ser kevin û li gel statukoyeke yekitiya xwe jî biafirînin. Li aliyê din divê em vê ji bîrnekin; hişmendiya dagirkeriye Tirk êrişê çi bike, divê mirov bizane ku ew tiş ji bo gel û bindestan baş e.