
Li bajarên Elmanyayê Dresden, Freîbûrg, Dortmûndê û li bajarê Swîsreyê Baselê Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk li dijî xweseriya Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên li Parîsê Kurdistaniyan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de terora dewleta Tirk li dijî navçe û bajarên Kurdistanê û terora DAIŞ'ê li Parîsê wekhev hatin nirxandin û rûreşkirin.
DRESDEN: Li bajarê Elmanya Dresdenê şemiyê saet 14:00'an bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji Pragerstr heta Frauenplatzê meşek hat lidarxistin. Di çalakiya de Hevberdevkê Meclîsa Gel a Dresdenê Kerem Gok axivî û got: "Zîhniyeta li pişt komkujiya Parîsê û zîhniyeta li pişt êrîşên li Kobanê, Şengal û Farqînê weke hev in." Gok ragihand ku hêzên vê zîhniyetê bi cih tînin barbarên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a faşîst in, û hevkarên hev in.
DORTMUND: Li Dortmûndê bi pêşenigya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, çalakiya protestoyî bi heman armancê hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Farqînê", "Jin jiyan azadî" hatin gotin. Li ser navê DÎDF, PYD, MLKP û Dakme li vir axivîn.
FREIBURG: Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê û komkujiya li Parîsê, li bajarê Elmanya Freiburgê bi meşekê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Freiburgê ve hat organîzekirin, tevî ANTIFA, MLPD, Dîe Lînke, Komuna Jinê ya Nûda û endamên Ciwanên Azad, bi qasî 500 kesî amade bûn. Girseya gel a li Karlpatzê civiya ji vir berê xwe da ber bi Nûnertiya Fransayê. Girseya gel kulîlk danîn ber nûnertiyê û find pê xistin. Piştî sekneke bêdeng a li vê derê girseya gel careke din ber bi Karlpatzê ve meşiya.
Baselê xwedî li Farqînê derket û êrîşa li Parîsê şermezar kir
Terora dewleta Tirk a 12 rojan li navçeya Amedê Farqînê, li bajarê Swîsre Baselê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de AKP û Erdogan hatin şermezarkirin û komkujiya li Parîsê jî hat protestokirin.
Li Baselê, bi sedan kesên bi pêşengiya Ciwanên Azad civiyan, terora dewleta Tirk a li Farqînê rûreş kirin. Çalakiya li Basel Dreîrosenparkê destpê kr, li Theaterplatzê bi dawî bû. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD), MLKP, Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF), MUB, Tevgera Ciwanan a Swîsreyê Antîfa, ji BASTA Ûrs Muller, ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Ûrsûla Metzger û dostên Kurdan destek dan çalakiyê.
Pankarta bi nivîsa "Terora AKP'ê bisekinîne", "Bijî Berxwedana li Farqînê" hat hilgirtin. Li aliyê din, di axaftinên li çalakiyê de komkujiya li Parîsê hat şermezarkirin û ji gelê li wê derê re sersaxî hat xwestin.
NAVENDA NÛÇEYAN