Di mîtîngê de endam û rêveberen BDP'ê, şaredarên BDP'î yên herêmê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi hezaran kes amade bû. Li qada pîrozbahiyê rengên kesk, sor û zer hatin vekirin û dîmenên rengîn hatin avakirin. Li pişt dika mîtîngê pankarta ''Ji bo demokrasî azadî û kedê bijî Xweseriya Demokratîk'' hate lidarxistin. Li qada mîtîngê pankarta bi Kurdî û tirkî ''Welatekî hevpar, netewek demokratîk, Kurdistana azad û xweser'', ''Ji bo komara demokratîk zagona bingehîn a demokratîk û sivîl'' û ''Rêya aştiya bi rûmet di xweseriya demokratik de dibore", ''Jina bi rêxistin dibe ber bi azadiyê ve, jina ber bi azadiyê ve ber bi demokrasiyê diçe" hatin daliqandin.
Li Nisêbînê pîrozbahî
Pitşî KCD'ê di 14'ê Tîrmehê de Xweseriya demokratîk îlan kir, li gelek bajar û navçeyan bi girseyî îlankirina Xweseriya Demokratîk bi girseyî hate pirozkirin. Li navçeya Nisêbînê jî bi konserekê Xweseriya Demokratîk hate pîrozkirin.Li navçeya Nisêbînêya Mêrdînê bi boneya pîrozkirin û silavkirina Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê KCD'ê ve hate îlankirin konserek hate lidarxistin. BDP'a Nisêbînê li Parka Musa Anter, konserek organîze kir û Xweseriya Demokratîk pîroz û slav kir.
ŞIRNEX-MÊRDÎN