Fîlosofan jî serê xwe bi vê diyardeya hewesa dilan re êşandine. Plotinus xweşikî wek „hişê yêzdanî yê ku tirîjê wê li ser tiştan diteyise!“ venivisandiye. Li gor Hegel xweşikî “xuyakirina giyana teqez ya di giştîbûna xwezayê de heye, ye!“ Li gor Kant ev diyarde biwêjeke subjektîv e, wek hêzanirxandinê û çêjanirxandinê bi nav dike . A.G. Baumgarten jî xweşikiyê bi estetîzmê ve girêdaye. Ango mirov dikane bibêje, xweşikî disiplîneke estetizmê ye.
Xweşikî li gor têgihîştina mirov, gelan û deman jî diguhere. Wek mînak; kêliya Kurd yara xwe vedinivisîne; wek çavxezal, çavbelek, çavreş bi nav dike. Li gel ewropiyan jî xweşikî bi por zerî û çavşîniyê destpêdike. Di cihana çermsoran de jî mirovên cermspî rengçilmisî ne, ne xweş in, xweşikî çermsor bûne. Demkê jinên qalind û tijî wek sembola xweşikiyê dihatin dîtin. Di vê dema me de jî bejnziravî sembola xweşikiyê ye.
Di zimanê me de xweşikî bi şibandina xezalên çiyan, tîtal, wek stêrka asûman, mîna heyva çarderojî. Di nava gel de bi awayê “mistek av, wek kivkarikê sîqal, kil û hubrên çavên girs, gerdena gerdengazî, bi naz û awirbazî“ tê venivisandin. Di sitranên dengbêjan de, dibe kulîlk û xweşiya biharî, keça şahê periyan, horiya asûmanan, bi kezî û biskên li ser hinarikan, bi naz îşveyên hingivîn pêl bi pêl diherike ser dilan. Bang û hawara evîna xweşikiyê carna dibe, kewê, carna xezal, werdek û qazê bi awazên dengbêjan re mîna nalînekê diherike ser dil û giyanan. Dengbêj bi sorûkirkirn, bi endam û meş, kilê çav û heneya keziyan xweşikiya mijara stranê dixemilînin. Feqiyê Teyran di helbesta xwe ya bi navê „Ey Dîlber“ de wiha dinivîse: „Bêhiş kirim zulfê di reş/ Biskê siyah bîhna di xweş/ Ey tuxtera çepik bi meş/ Wêran ez im malim xirab“
Xweşikbûna jina Kurd bi cilûbergên gerîlatiyê di nava tekoşîna li eniya şêrê li dij wehşan de xwe bi cihanê da pejirandin. Ew bi wê sîrûşta xwe ve bû mijara kovarên modayê, medya dîtnêr û sembola rûmetê. Xweşikiya wê xwezayî wek wê axa pîroz, bejn û endama wê mîna xezalên Zagrosan, anor û xwebaweriya wê nola berziya çiyan, sebra wê mîna deşta Mezopotamayayê fireh, sadiqiya wê wek roja li asûmanê Kurdistanê evîndarê xwezayê ye.
Xweşikiya porên wan ên ku mîna tayên hevirmêşê tanî ser peniyên wan bi awayên avşaran diherikin, bi destên hevrêyên wan bi şêwazeke hunera estetîkî tê hûnandin, dibin keziyên azadiyê bi çeka kilêşê re sermil û pişta wan dixemilînin. Carna jî mîna Sakînê dibe Roza porsor û rengeke sîpahîtiya ferişteyên asûmanan li wan kulîlkên Kurdistanê bardike.
Bêguman ne tenê xweşikiya xuyakirina fîzîkî, xweşikiya kenên ji giyana xwezayî ya bi sadiqî, dilsozî û rasteqiniyê dagirtî jî xwedan sipahîtiyeke taybet e. Dema mirov li kafêteryayên Ewropayan rûdine, dibîne ku bilqe bilqa mirovan e bi awayên bê teşe dikenin. Gava mirov bi nêrîn û nirxandineke lêkolînerê li kenên wan binêre, bi hêsanî dibîne ku frekansa wan kenan, xetên rûçikên wan ên di dijayetiya wê diyardê de ne, tersê wê nîşan dide. Ango ne kenên ji dil û xwezayî, tenê çêkirî û rastiya xwe porkirin di kenên ewropiyan de veşartiye.
Lê kenên jinên tekoşerên ciwan ên li eniya şer in, ewqas xwezayî, sadiqî û hêvî dagirtîne ku giyana mirovan bi hêsanî celb dikin. Wekî mînak kenên gerîlayên jin yên di dema perwerdê û amadekariya şer de yadîgarê mirovahiyê dikin. Kenê Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz çendî ji dil û sîrûştî ne. Hele kekên xwedawendên wek Arînê hê bi raztir û xweşiktirin in. Rêzdar Kamran Simo Hedilî di helbesta xwe ya li ser Arînê de van rêzan pêşkêşî me dike. „...Arînê/ azadiyê di kenê te de / keziyên xwe şe kir...“ Rêzdar Feratê Dengizî jî li ser kenên Kadriye Ortakaya wiha dinivise: „Ne pinpinîkên spî / Ne agirê nexşeyan / Ne jî xwîna sor a helbestan / têra kristalên kenên te dikin.“
Xweşikiya her tiştî dema xwezayî be, ji dil be, kenê azadiyê be, xweşik in. Tiştê ji rastiya xwezayê hate qetandin, xweşikiya xwe ya xwezayî jî wenda dikin.