Di 4'êmin salvegera operasyonên 'KCK'ê de Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat Anli ku di çarçoveya van operasyonan de hatibû girtin û piştî 4 salan di 19'ê Sibatê de hat tehliyekirin têkildarî operasyonan nirxandin kir. Anli destnîşan kir ku ev operasyon berdewamiya zihniyeta komarê ya komkujiyê ye û berdana kesên hatine girtin jî wê ji bo pêvajoyê baş bibe. Anli got ku vê pêvajoya dubendî bi dadgehên Îstiklalê destpê kiriye, bi qanûnên Takrîrî Sukûn, Qanûna Dêrsimê, bûyera 49'an, Dadgehên Ewlehiya Dewletê dewam kiriye û herî dawî jî bi Dadgehên Rayeya Taybet jî didome. Anli bibîr xist ku di enacama van operasyonan de bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatine girtin û ev tişt gotin: "Ev darizandinekî klasîk nebû. Xwestin ku gelekê bê rêveber, bê pêşeng û bê rêxistin bihêlin. Tirkiyeya li aliyekî dixwazt bibe Endamê Yekîtiya Ewropa û bi pergala navneteweyî re entegrebibe li aliyê din bi hişmendiya salên 1920'an de darizandin pêk anîn. Ev parastina dewletê ya klaskî bû û refleksa dadê ya dewletê bidin jiyîn bû. Dibe ku weke berê di binçavan de îşkence bi awayekî elenî neyê kirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê neyên dîtin. Lê ev yek nayên wateya ji holê rabûne û an jî nayên kirin."
'Divê hevalên me bên berdan'
Şaredarê Yenîşehîrê yê berê Firat Anli anî ziman ku di navbera darizandinên Dadgehên Ewlehiya Dewletê yên salên 90'an û niha da tu cudahî tuneye. Anli, da zanîn ku bi hezaran kes di çarçoveya operasyonên "KCK'ê" de bê bêhiqûqî hatin girtin û wiha got: "Hiqûqa du alî li holê ye. Dema mijar Kurd bûn delîlên herî biçûk û tiştên nebin delîl jî dibin sedema girtinê. Ji ber vê yekê dibe ku bi salan di girtîgehê de bên girtin. Darizandina KCK'ê ev e. Darizandina KCK'ê weke nêçîra cadû ya Makkartîcîlîkê ya li Emerîkayê ye. Em behsa hezaran kesên di nav de wekîl, şaredar, rêveber, rojnameger, hiqûqnas, xwendekar, jin, zarok, doktor û gelek kesên din heyî dikin. Ev darizandinekî klasîk nîn e. Ev operasyonekî li dijî hemû saziyên gele bû. Vê tabloyê ev yek derxist holê. Wan tam ji modela Sirî Lankayê bawer kiribûn. Operasyonên KCK'ê jî di vê çarçoveyê de hatibûn lidarxistin."
Anli diyar kir ku di encama operasyonan de hat dîtin ku tevgera Kurdan têkneçûye û wiha pêde çû: "Bi saya berxwedana gelê me ev operasyon têk bir. Di vê pêvajoya nû de jî ku bi piştî banga Birêz Ocalan ya di Newroza Amedê de destpê kiriye dawî li vê bêhiqûqiyê were û hevalên me bên berdan. Eger kesên hatine girtin bên berdan wê baweriya gel jî ji bo pêvajoyê zêde bibe.
DÎHA/AMED