Piştî pêşniyarnameya Parlamenterê Partiya Hawirdorê Jabar Amîn ku xwest Recep Tayyîp Erdogan ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê kiriye bê darizandin, niha jî tevî Amîn sê parlamenteran pêşniyarnameyeke hevpar pêşkêş kirin û xwestin danekirin liser Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan û wezîrên Hikûmeta Tirk were ferzkirin.

Di pêşniyarnameyê de Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP’ê tên sûcdarkirin ku mafên mirovan binpê dikin, destekê didin DAIŞ’ê û li dijî gelê Kurd şer îlan kirine. Di pêşniyarnameyê de tê xwestin, mal û milkên Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP’ê werin desteserkirin û ger li wan were qedexekirin.

Parlamenterên hevparê biçûk ê hikûmetê Partiya Keskan Valter Mûtt, Annîka Lîllemets û Jabar Amîn diwazin pêşniyarnameya wan li parlamentê pêşkêşî dengdanê were kirin, hikûmet vê mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ji bo danekirin liser Erdogan û wezîrên Tirk werin ferzkirin, bikeve nava hewldanan.

Wekîlan dan xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê mafên mirovan bi rengekî cidî hatiye astengkirin, Erdogan li dijî komên girseyî yên gel dest bi bersivdayînê kiriye û li ser bipêkirina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê mînakên şênber dan.

Wekîlan bibîr xistin, ku bi deh hezaran kes ji ber sûcdariyên bê bingeh û bê delîl ji kar hatine derxistin, hatine girtin û bal kişandin ser daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku diyar kir, pitÎ hewldana darbeyê îşkence li kesên hatine girtin hatiye kirin, destavêtin rû daye. Wekîlan bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê:“Rejîm li rojhilatê Tirkiyeyê li dijî Kurdan şerekî bêeman dimeşîne. Bajar tên xerakirin, mirov neçar tên hiştin ku bi rengekî komî malên xwe biterikînin.

Tevî Rojnameya Cûmhûriyetê û Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, gelek çavkaniyên serbixwe dibêjin rejîma Tirk û Erdogan destekê didin DAIŞ’ê.”

Lazime nerazîbûna xurt bê nîşandan

Wekîlan destnîşan kirin, ku tevî dayîna çekan, rejîma Erdogan sînorên xwe li DAIŞ’ê vedike û dihêle ku terorîst û çek di sînor re derbasî Sûriyeyê bibin: “Erka cîhana derve ye ku li ber vê rewşê rabe, pêşî li binpêkirina mafên mirovan bigire û hemû berpirsyarên rejîma Erdogan darizîne. Şêweyekî vê nerazîbûnê ferzkirina danekirinan li ser Erdogan û payebilindên din, desteserkirina mal û milkên wan ên aborî ye.”


MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM