Di rapora Rêxistina Platforma Hewram a Rojhilat de hat destnîşankirin ku îsal rejîma Îranê bi hinceta hebûna hêzên gerîla zêdetirî 12 caran navçeyên çiyayî yên Şaho û Kosalan bombebaran kiriye. Di raporê de hat gotin ku armanca van êrîşan şewitandina daristan û jîngeha Kurdistanê ye.

 

Sîxûr û caş agir berdidin daristanan

Rapora Platforma Hewram bi vî rengî rewşê da xuyakirin: “Rejîm dihêle ku kesên sîxur û çaş agir berdin daristanên Merîwan, Nûsod û Jarawa. Her wiha pêşî li çalakiyên medenî yên derbarê ziman, jîngeh û rêxistinên jinan digire. Çalakvanan tawanbar dike ku bi kom û partiyên siyasî yên li dijî rejîmê re di nava peywendiyê de ne.”

Her wiha Platforma Hewram diyar kir ku di çarçoveya van planan de rejîm ji bo ciwanên navçeyên Hewraman tevlî nav refên gerîla nebin, li dijî tevgera azadiyê li Rojhilat dest bi reşkirinê dikin. Rapora cih dide pêşxistina pergala cerdevaniyê li Merîwan, Kamyaran, Rewanser, Şaho, Kosalan, Urmiye û Kirmaşanê û wiha berdewam dike: “Hêzên cerdevan û kontrgerîla zextê li gel û bi taybet kasibkarên ser sînor dikin. Bi zorê pere ji xelkê distînin.”

 

Hişyarî ji bo herêma Hewraman

Di dawiya raporê de wiha hat gotin: “Em wek Rêxistina Platforma Hewram pêwîst dibînin ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet herêma Hewraman li hember vê rewşê hişyar bin. Rejîm dixwaze bi meşandina şerê taybet, gel ji hev bêzar bike û nifaqê bixe navbera wan. Pêwîst e gel bi rêya torên civakî hevdû ji vê rewşê agahdar bikin.” 


 SINE