Ji ber avakirina HES û bendavan roj bi roj derdor û ekolojiya Kurdistanê wêran dibe. Di serdema AKP’ê de bi sedan bendav û HES hatin avakirin. HES’ên li Tirkiyeyê tên çêkirin mîrateyên çandî, qadên jiyanê, xweşikbûnên xwezayî û geliyan yek bi yek tune dike. Ji ber avakirina HES’an her roj li Kurdistanê çem, gelî û daristanên herêmê tune dibin. Bendavên ku li bajarê Kurdistanê di serî de Amed, Êlih, Şirnex û Mêrdînê dixe talûkeyê.

Bendavên ku bi hinceta “Ji bo enerjiyê” li ser çemên Kurdistanê tên çêkirin di rastiya xwe de wêrankirina xweza û tunekirina çand, dîrok û civaka gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta AKP’ê jî weke hemû dewletên dagirker bi hişmendiya kapîtalîzmê tevdigere, di sedsala 21’an de ji bo tune kirina civakên bindest li ser kar e û xebatên wêran kirinê didomîne.


Çalakî têrê nake

Xebatên çêkirina Bendava Ilisuyê yên li ser Çemê Dîcleyê ku gelek bajarên bakurê Kurdistanê bajarên kevnar di bin avê de dihêle berdewam dike. Ev bandavên ku dibin sîwana DSÎ’yê de tên çêkirin dibe sedema valakirina 114 gund û wêran kirina nebat û daristanan. Her çiqas kurdistanî û xwezaparast ji bo rawestandina bendav û HES’an  çalakiyan li dar xistibin jî têra vê yekê nake.

Herî dawî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Li xweza, ax, av û enerjiya xwe xwedî derkevin” çalakiyên bingehîn hatin lidarxistin. Piştî ku çend muteahîtên li ser xebatên bendava ya li navçeya Kerboranê ji aliyê PKK’ê ve hatin hişyarkirin, demek xebat hat sekinandin. Lê niha bendavên ku dibin sîwana DSÎ’yê tê çêkirin û armanca wan ev e ku di 2015’an de biqedin û careke din dest bi xebatên bendavê kirin.
Endamê Meclisa Ekolojiyê ya Êlihe Bariş Işik destnîşan kir ku ji ber heta niha li dijî polîtîkayên bendavan tu çalakî nihatin lidarxistin îro li Kurdistanê hikûmeta AKP’ê lez dide çêkirina bendav û HES’an. Işik da zanîn ku divê di serî de gelê kurd hemû gelê cihanê ji bo rawestadina bendav û HES’an li ser piyan bin, bi şev û roj di nav çalakiyan de bin. Işik got ku wateya bendav û   HES’an tunekirina xwezaya mirovahiyê ye.

Aktîvîstê Komeleya Ekolojiya Mezopotamyayê ya Amedê Guner Yalçin jî anî ziman ku bendav dibe sedema tunekirina 199 herêman. Yalçin da zanîn ku pîştî hilbijartinê li tevahiya Tirkiye û Kudistanê ji bo rawestandina bendav û HES’an dê werin cem hev bi şev û roj nobedê bigirin.  


HULYA OKALÎN / DÎHA/ÊLIH