Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, bi hevkariya Komîteya Çandiniyê şitilgeha ewil ava kirin, da ku erdên nehatine çandin şên bikin.

Ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ´ê û Cebhet El-Nusrayê herêmên kantona Şehbayê wêran bûne. Lê şêniyên Efrînê yên bi çanda çandinî û şênkirinê ve girêdayîne, bi ku ve herin wir geş dikin.

Şêniyên Efrînê yên ku dewleta Tirk a dagirker ew bi darê zorê ji malên wan derxistin û li kantona Şehbayê bi cih bûne, li Şehbayê dest bi karê çandinyê kirin.

Efrîniyên li Şehbayê bi koordîneya Komîteya Çandiniyê şitilgehek 4 hezar şitil tê de ava kirin.

Armanc geşkirina xwezayê ye

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê yê Kantona Şehbayê Basêl Osman peyivî û diyar kir ku armanca wan a yekemîn ji avakirina şitilgehê ew e, zeviyên di encama kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirk de zirar dîtine ji nû ve geş bikin û şênahiya xwezayê lê vegerînin.

ANHA/ŞEHBA