Hunermend Îlkay Akkaya  bi konsera ku li Rihayê da, kesên di greva birçîbûnê de silav kirin û got, “Xwezî me rêyeke din bidîta ku me karibûya xwe ji vê tarîtiyê rizgar bikin.”

Hunermend Îlkay Akkaya ku li Rihayê konser da bal kişand ser greva birçîbûnê. Îlkay Akkaya diyar kir ku gotinên strana wê ya bi navê Gîtme (Meçe) ji aliyê girtiyekî ve ku sala 1996’an li Girtîgeha Bayrampaşayê di grevê de bûye, hatiye nivîsandin, bi rêya postayê jê re hatiye şandin û wiha peyivî: “Niha jî greva birçîbûnê heye. Ez çalakgerên di grevê de silav dikim. Xwezî rêyeke din ku me bikarbûya hêza xwe bikira yek û xwe  ji vê tarîtiyê rigar bikira, hebûye.”

 

RIHA / JINNEWS