
BERFÎN HEZIL
Pêncşema bihurî ji hevalên li kanala televizyonê ji min re fragmana filmekê hat şandin. Navê filmê Zagros e; ziman jî Kurdî ye. Navê Zagros bi tena serê xwe têra balkişandinê dike. Zagros, navenda şaristaniyê, keleha berxwedan û têkoşînê.
Lîstikvanên filmê jî, bi raya giştî a Kurd nas in û ez jî wan ji mêj ve nas dikim. Ji ber wê jî hîç dudilî nebûm ku ez ê li felmeke baş temaşe bikim. Me tavilê komek hazir kir û me bi komî xwe gihand seansa êvarê.
Ji bilî koma me, Kurdên hatibnin li filmê temaşe bikin nebûn. Bi tenê çend Belçîkî hebûn. Li filma ku beriya bi demeke kurt xelat wergirtî, bi tenê 10-15 kesan temaşe dikir, ev mijara minaqeşeyeke din e.
Jin çawa ku kirdeyeke paşgotinan?
Em bi kelecan dest bi temaşekirina Zagros dikin. Li gundekî di nava bedewiyeke ecêb a siruştî de li gundekî Kurdan şivanek xuya dike. Jiyana wî bi hawîrdora lê re bûye yek, bi Havîn re zewiciye û tevî keça xwe Rihan bextewer e şivan. Her tişt baş e, lê bi carekê paşgotin dest pê dikin. Em nikarin qebûl bikin ku senarîst jinê dike kirdeya paşgotinan, lê bi hêviya “di sahneyên li pêş de wê peyamên ku vê telafî bikin, bên dayîn” em xwe bi xwe aş dikin.
Hevjîna Zagros, Havîn ango dayika Rihanê, li wî gundê pişûk ê Kurdan tişteke ku nebe dike. Li wesaîta bengiyê xwe yê ciwaniyê Elî siwar dibe. Elî j dibêje, têkiliya wî bi Havîn re heye, Rihan jî ne keça Zagros e, lê keça wî ye; pê re jî paşgotin ji tixûbên gund û wêde diçin.
Rewş dibe ya girara qereçiyan
Ev pirsgirêka ku bi vî rengî veguherî girara qereçiyan, ji bo senarîst û derhêner kar hêsan dikir ku di çarçoveya têgeha meseleya “namûsê” û “paqijkirina namûsê” pirsgirêkê çareser bike. Malbat dicive û biryarê dide. Divê namûs bê paqijkirin. Ji bo vî karî jî erk dibe ya Zagros. Zagros ji paşgotinan bawer nake û ji bo rastiyê fêr bibe diçe zozanan. Jina Zagros hatiye ber mirinê û komek gerîla mudaxilî meseleyê dibin. Ma ne tesaduf e, fermandara komê, xanga Havînê ye. Havînê xilas dike û bi xwe re dibe.
Havîn direve Belçîkayê
Li ser Havîn barekî giran ê bûyeran heye û li erdê lê nikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Naxwe, divê berê xwe bide cihekî guncaw. Cihê “guncaw” peyde dike û direve Belçîkayê.
Zagros jî di pey Havînê re dide rê û diçe Belçîkayê. Çawa tê, ka vê çawa dibe, yekser berê xwe dide komeleya Kurdan. Komele yek ji bi sedan komeleyên Kurdan e li Ewrûpayê.
Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên partiyê, wêneyên gerîlayên şehîd... Ev dîmen piçekî hêviyê bi me re çê dike, em ji xwe re dibêjin, “Havîn û hevjînê wê Zagros hatine cihê rast”. Ev komeleyên ku me poster û ala lê dîtin, ev bi salan e li dijî zêhniyeta serdetsiya mêr têdikoşin, di bunyeya van komeleyan kampanyayên “em ne namûsa ti kesî ne” tên meşandin. Ji ber ku mijar jî namûs bû, em dibêjin, êdî di nava komeleyê de wê kuştineke bi navê namûsê neqewime.
Fermana kuştina jinê
Dem tê re dibihure. Vê carê jî bavê Zagros di pey doza xwe ya “namûsê” de xwe digihîne Belçîkayê. Mirov ji xwe re dibêje, ev qasî jî ji xwe re li hev nayê, ji ber ku bavê Zagros jî hema çawa digihîje Belçîkayê, di cih de xwe digihîne komleya Kurdan a li Brukselê.
Di nava komeleyê de bi rêya telefonê bavê Zagros xwe digihîne kurê xwe. Fermanê dide; “tu çi dikî, bike, namûsa me paqij bike, wê jinê bikuje”. Ev fermana hov û qet ne bêguneh a bav-mêrê serdest bi wergera Ingilîzî, Flamanî, Fransî û Elmanî bi kêra zêdekirina asta adrenalîna temaşevanên Ewrûpî tê, em vê wisa bi bîr bixin.
Ji bo çi komeleya Brukselê
Em berê xwe bidin meseleya eslî... Ji ber tirsa “kuştina ji ber namûsê” Zagros û Havîn ji gundê xwe direvin û pena xwe digihînin Belçîkayê; tevî vê tehlûkeya cidî ew çima berê xwe didin komeleya Kurdan? Hema di pey wan re çima bavê Zagros neçû devereke din, lê çû komeleya bi posterên Ocalan û alayên pertiyê xemilandî? Bi telefona dayî ber guhê xwe, bi rengekî ku her kes karibe bibihîse, fermana “hevjîna xwe bikuje, namûsa xwe paqij bike” da; ji bo vê çima weke mekan Komeleya Kurd a li Brukselê hat hilbijartin?
Dema mekan komeleya Kurd be, li dîwarên wê komeleyê al û wêneyên nirxên Tevgera Azadiya Kurd hilawistî bin, hingê hin rastî hene ku hem senarîst, hem derhêner û hem jî lîstikvanê filmê divê bi wan zanibin. Ji bo mirov bi van rastiyan zanibe, ne lazim e mirov derhîner, nearîst û lîstikvan jî be. Her kesa ku ji rêzê û bi navî agahdar be, dizane ku komeleyên Kurd kuştinên bi navê namûsê yên hîna jî dewam dikin weke komkujiyên bi armanca qirkirinê dibîne, û li dijî wan têdikoşe. Kesên diçin van komeleyan ne ji bo kuştinên ji bo namûsê, lê ji bo ku kuştin nebe, çareseriyn insanî û maqûl bên peydekirin bi alîkariya rêveberiya komeleyan û komîsyonan diçin wir. Di filmê de li ser navê komeleyê ti hewldana erênî nîne; ev yek nabe ku weke bîrokebûneke bêguneh a senarîst û derhêner bê dîtin.
Filmeke xirab e
Filma Zagros, di demekê de hatiye çêkirin ku rêz û îtîbara jina Kurd li Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê her roj zêde dibe. Di pêvajoyekê de ku jina KUrd li dijî dijminê herî hov û xurt ê mirovahiyê DAIŞ´ê şer kir û ev şer bi serketinê bi encam kir, Zagros “xelat” wergirtiye. Li welatn cihê yên dinyayê û ji ekolên cihê yên sînemayê derhêner filman çêdikin ku behsa asta azadbûn, qehremanî, wêrekî û bîreweriya jina Kurd dikin. Lê derhênerekî Kurd li komeleya Kurd a li Belçîkayê kuştineke bi navê namûsê dibe serî. Di filmê de lîstikvanên ku gelê me hez ji wan dike, bêyî ku mijarê bixin ber lêpirsînê bi rola xwe rabûne û di çêkirina filmeke xirab de para wan çêbûye.
Gelo bi rastî jî ev heval di filmeke ku senaryoya wê nexwendî de bi rola xwe rabûn?
Ev lîstikvan gelo nizanin ka li van komeleyan çi mijar û babet hene? Ev hîna jî pirsek e ku bersivdayîna wê zehmet e, ka van lîstikvanan di nava kîjan şert û mercan de qebûl kiriye rol bikin di vê filmê de.
Wekî din jî… Di demekê de ku dadgehên Belçîkayê biryara, “PKK ne rêxistineke terorîst e, tevgerek e ku şer dike” daye, di demekê de ku Elmanyayê posteên Ocalan û alayên PKK, PYD, YPG, YPJ qedexe kirine; li komeleyeke bi van sembolan xemilandî, kuştineke hovane a jinekê ne normal e.
Tevî hemû kampanyayên dijber ên tifaqên navdewletî, prestîja Gelê Kurd, Jina Kurd û Tevgera PKK´ê li cem gelên Ewrûpa û Dinyayê zêde dibe; di vê demê de filma bi navê Zagros, filmek e ku armanca çêkirina wê qirêjkirina vê îtîbarê û heta jê tê reşkirina wê ye.
Lê meseleya bi rastî ev e, ka gelo senarîst, derhêner û lîstikvanên filmê çi qasî hay ji vê hene û çi qasî di nava wê de cih digirin.
Kunya filmê:
Derhêner: Sehîm Omer Xelîfe
Senaryo: Sehîm Omer Xelîfe, Jean-Claude van Rijckeghem
Rolên sereke: Feyyaz Duman, Halima Ilter
Muzîka Filmê: Rutger Reinders
Kamera: Ruben Impens
Pêşandan: ji 16´ê Cotmeta 2017´an ve