Hevserokê PYD’ê Salih Muslim pêr di şeva ji bo piştgiriya rojnameya me hatî lidarxistin de li Mainzê li ser çapemeniya Kurd axivî û bal kişande ser xwestina tarîkirina televizyonên Kurd. Muslim di serê axaftina xwe de ji bo amadekerên şeva piştgiriya rojnameyê spasiyên xwe anîn ziman û bi bîr xist ku karê çapemeniyê pirr girîng e û wiha pê de çû: ”Beriya her tişî em li ber bîranîna şehîdên çapemeniyê bejna xwe ditewînin. Wek ku tê zanîn li Qerokoçê ji ber êrîşa dewleta Tirk a ser bi bergehên ve 3 hevalên me yên çapemeniyê hatin qetilkirin. Pêwîst e were zanîn ku karê çapemeniyê ne kêmî yê şervanekî ye. Niha di çeperên şer ên pêş de hevalên rojnameger li gel şervanên çekbidest karê xwe pêk tînin. Lewma divê em zanibin ev karekî pîroz e.”

Muslim anî ziman ku dewletên desthiltdar çapemiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînîn û domand: “Di serê vê sedsala me de dezgehên çapemeniyê rastî bi awayekî bêalî radigihandin. Lê niha wek ku em dibîn dezgehên çapemeniyê ji aliyê desthilatdar ve weke amûreke ji bo fikrên xwe yên ne rast bikin nava civakê tê bikaranîn. Li hember vê yekê her çendî rola rastî ragihandinê dabin ser milê xwe jî mixabin tam nekariye bibe bersiv li hember ragihandinên nerast. Sedemên vê yekê gelek in. Lê divê dezgehên me yên çapemeniyê xurttir bixebitin. Em ji wan hêvîdar in ku wê vê erka xwe bi cih bînin.”

Bersiva pêwîst bidin

Li ser girtina televîzyonên Kurdî jî Muslim fikrên xwe anîn ziman û got: “Dostên me yên Ewrûpî divê li dijî kirinên Erdogan ê niha xwe kiriye siltanê Tirkiyeyê bisekinin û nirxên xwe yên demokrasiyê biparêzin ku em niha hem ji bo wan hem jî ji bo nirxên demokrasiyê têdikoşin. Erdoganê bûyî siltan bi têkiliyên kirêt niha dest avêtiye Eutel-Sat’ê û jê xwestiye televîzyonên Kurdî bên girtin. Li kîjan welatê Ewrûpayê ev yek yasyî ye. Em ji dostên xwe yên Ewrûpî dixwazin ku ji bedêla alên me YPG û YPJ’ê qedexe bikin bila alên Tirkan yên ku ji serî heta niha DAIŞ a hov xwedî kiriye. Tiştekî karê terorîstî hebe ew jî kirinên dewleta Tirk in. Lewma em hêvî dikin dostên me yê Ewrûpî li hember xwestina girtina televîzyonên Kurdî bisekinin û bersiva pêwîst hem bidin Erdogan hem jî Eutel-Sat’ê.” n MAINZ