Çalakgera Elman Doris Seekamp a ku li bajarê Elmanyayê Frankfurtê ji ber ku alên PYD, YPG/YPJ´ê hilgirtine, cezayê pere lê hat birrîn, li ber vî cezayî rabû û doza wê çû ber dadgeha sulhê. Seekamp dibêje, “Ev ne tenê piştgiriyek e. Em ê vê yekê qebûl nekin, em dixwazin nîşan bidin ku ev sembol dikarin di çalakî û xwepêşandanan de bên nîşandan.” 

Doris Seekamp 1´ê Çiriya Paşîn li Frankurtê bi boneya Roja Navneteweyî ya Kobanê tevlî çalakiyekê bû. Polîsên Elman di dema çalakiyê de anons kir ku nîşandana alên PYD, YPG/YPJ´ê qedexe ye. Wê jî wekî helwêsteke li dijî vê qedexeyê al hilgirtin. Piûtî vê polîsê Frankfurtê cezayekî pereyan lê birrî. Doris Seekampê ev yek qebûl nekir û doza wê çû ber destê dadgeha sulhê ya Frankfurtê ku rûniştina wê wê 8´ê Tebaxê pêk bê.

Çawa tê zanîn wezareta karê hundir a Elmanyayê, 2´yê Adara 2017´an ji eyaletan re giştînameyek şand û pê ji wan xwest ku di navê de al û sembolên PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK’ê jî yên gelek sazî, rêxistin û partiyên Kurd bête qedexekirin. Wezaretê ev rewş wekî rojanekirina qedexeya PKK´ê ya sala 1993´yan bi nav kiribû. Li ser pirsa Die Linke ya ji wezaretê jî, bersiva “Kurd bi van al û sembolan propagandaya PKK´ê dikin” hatibû dayîn. Di heman bersivê de wezaretê her wiha piştrast kiribû ku “YPG ji bo ewlekariya hundir a Elmanyayê ne tehlûke ye” dîsa jî ji ber vê biryarê û biryarên polîsan ên mîna vê ne tenê Kurd, Elman jî mexdûr dibin.


Roja Kobanê jî diçe ber dadgehê

Piûtî berxwedana destanwarî ya Kobanê, 1´ê Çiriya Paşîn li gelek welatan û li gelek bajarên wan weke roja navneteweyî ya Kobanê bi çalakî û xwepêşandanên piştgiriyê sala 2016´an jî hat pêşwazîkirin. Li Frankfurtê polîsan ji bo xwepêşandanê şertê nîşannedana al û sembolên PYD, YPG/YPJ´ê danî ber xwepêşandêran, lê kesî guh neda wan. Wê êvara çalakiyê her dera meydana mîtîngê bi alên YPG/YPJ´ê hat xemilandin. Hingê qederê sêsed xwepêşandêrî bêhtirî sed al û flama hilgirtibûn. Polîs ji ber vê yekê li du jinên Elman Doris û Kora doz vekir ji ber binpêkirina qanûna civînê. Me ji van herdu jinan xwe gihand Doris Seekamp a ku doza wê 8 Tebaxê saet 09.30’an pêk li Dadgeha Sulhê (Amtsgericht) a Frankfurtê a li kolana Hammelgasse 1 li hola 15 E pêk tê. ev doz li raya giştî vekiriye û kî bixwaze dikare bişopîne.


Li dijî kêfiyeta polîs

Doris Seekamp bi bîr xist ku doza wê ne ji ber giştînameya wezaretê ya 2´yê Adara 2017´an e, û sedem biryara polîs a nîşannedana al û sembolên PYD, YPG/YPJ´ê ye, lê vê biryarê weke yek ji pêşiyên giştînameyê nirxand û got, “Ango polîs yan jî êdî kî be, ev yek ji xwe re li hev aniye, giştîname nebû“. Seekamp bi bîr xist ku dema 1´ê Gulanê, ji ber nîşandana sembolên YPG û YPJ´ê serokê komeleya Komeleya Jiyan û Kar a Gallus û Grisheimê (LAGG) û ji damezrînerên Komeleya Frankfurt-Kobanê Lothar Reininger ketibû ber lêpirsînê, û got, belê ev lêpirsîn, ji ber ku ti unsûra sûc nehat dîtin hat betalkirin.


Ma polîs dikare vê bike?

Seekamp wekî din got ku di vê dozê de têkilî bi biryara wezaretê ya meha Adarê re nehatiye danîn û wiha dewam kir: “Polîs bûye xwedî tesarûfeke kêfî, û ji ber ku ez li dijî vê tevgeriyame tê îdîakirin ku min qananû civînê jî binpê kiriye. Seekamp pê re elaqedar pirsa ka gelo teserûfeke polîsan a vî rengî qanûniye yan na kir û da zanîn ku li ser vê yekê jî dozek li dadgeha îdarî bi rê ve diçe û tê kontrolkirin ka gelo teserufên bi vî rengî yên polêsan dikarin hebin yan na. Ev doza behsa wê tê kirin hîna dewam dike û li gorî çavdêran muhtemel e biryara dadgeha îdarî tesîrê li biryara wezaretê ya qedexekirina nîşandana alên PYD, YPG/YPJ´ê jî bike.


Ev ne tenê piştgirî ye!

Seekamp dibêje, polîsan anons kir, lê wê bi awayekî birewer ev çalakiya xwe kiriye, û wiha dewam dike: “Ev tenê çalakiyeke piştgiriyê ye, ev berjewendiya min bi xwe ye jî; nabe ku polîs ji bo min diyar bike ka kîjan al û sembol dikarin bên nîşandan û kîjan nikarin bên nîşandan”. 

Seekamp herî dawî dibêje, “Em ê vê qebûl nekin, em dixwazin nîşan bidin ku ev sembol dikarin di xwepêşandanan de bên hilgirtin.” 


 YENI OZGUR POLÎTIKA / FRANKFURT