Şerê 3. yê cîhanê ji du aliyan ve bandore li Kurdan dike. Yek di aliyê civakî de, du di aliyê siyasî de. Aliyê wê yê sêyemîn jî leşkerî ye. Kurdan, di vê pêvejoya dîrokî de gel û hêzên parastinê ji hev cuda nekirin; rewşek li dijî sîstemên klasîk ava kirin. Ev jî ji bo gelên herêmê bû çavkaniyeke nû.
Şerê 3. yê cîhanê, wek Iraq, Sûriye, Misr û Lîbya wê bandore li Tirkiyeyê jî bike. Senaryoyên ji bo paşerojên Tirkiyeyê zêde bûne. Ev senaryo, bi taybetî weke germkirina ava serê Reîs Erdogan in. Encama referandûmê "ERÊ" "NA", têkçûna Erdogan nadin rawestandin.
Wek hemû diktatorên cîhanê, dema ku Reîs Erodgan têk biçe, wê gelek kes û derdoran bixwe re bibe. Lewma, gotinên hevkarê klîka faşîst Devlet Bahçelî, yên derbarê Serokê PDK´ê Mesûd Barzanî de manedar bûn.
Devlet Bahçelî ji bo Barzanî got: Barzanî nabe dost. Ew nabe dost, postik e… Barzanî wek postê ku pêlê bikin bi nav kir. Kurd, belaş nabêjin, “nanê Tirkan li ser kaba wan e”. Roma reş xayin e, wek xencera her du aliyên wê tûj e. Bahçelî jî ev rastî anî ziman. Tirk nabin dostê Barzanî û Başûr!
Kurd nikarin ji Tirkan bikin; Dijmin e û hebûna xwe li ser tinekirina gelan ava kirine: Dîroka qewêtî-sîparîş jî, ji bo avakirina neteweyeke nû dane nivîsandin; armanca vê dîroka fermî jî çêkirina nexşeyeke nû ya neteweyî ye.
Osmanî sîstemeke dewşirme bû, piştî Îttîhadiyan û îlankirina tazmînatê, Tirkîtî derkete holê. Heta wê rojê, Tirk “etrak-î bî îdrak” bûn. Îttîhadiyên ku wek “Jon Turkan-Tirkên Nû” derketin holê û rêxistina Îttîhat û Terakî ava kirin, sîstema dewşirmetiyê û kontra terk nekirin.
Erdogan, wek mîratzadeyên Îttîhadî, wek nebiyê ecdadên xwe, Ertugrul û Abdulhemîd tevdigere. Mêjiyê Erdogan, ji yê Ertugrul jî, ji yê Abdulhemîd jî evnikî-kûfîkîtir e. Nexşeyeke safî reş e. Reş, wek reng xuya bike jî, bêrengî ye; ronahiyê dimije, tine dike, êş e, tenetî ye, azar e, nexweşî û mirin e.
Erdogan, mirovekî dewşirme ye. Dewşirme nabin dostê kesî. Lewma gotinên dewşirme Devlet Bahçelî yên ji bo Mesûd Barzanî, mikurhatina li rastiyê ye. Berê, Abdullah Gul jî Mesud Barzanî wek “serokê eşîrê” bi nav kir. Min hingî jî nivîsek nivîsî û got, Abdullah Gul kurê bekçiyê rezekî ye, Mesûd Barzanî kurê lîderekî azadiya Kurd e.
Îro, mixabin, kurê lîderekî azadiya Kurd Mesud Barzanî, wek tilbêtê lîderên sîstema dewşirme tevdigere û zimanê dewşirme Devlet Bahçelî li xwe dirêj dike.
Manî dibêje, “ne ji gurên çar lingî, ji gurên du lingî bitirsin”. Dewşirme gurên du lingî ne; Devlet Bahçelî jî bi destê rastê, îşareta serê dêlegura Asêna çêdike û çêlîkên guran silav dike. Gurên di postikê miyan de, dixwazin pêl postikê Mesûd Barzanî bikin. Ev tê wateya gefxwarina kuştinê. Dewşirme naşibin kesekî, kesên naşibin xwe jî tine dikin; gelan qirr dikin, kirasê wan jî di aliyê kulturî, siyasî, dîrokî de qaz dikin û li xwe dikin. Gundan tine dikin, koçberiyê ferz dikin; bajaran tine dikin û demografiya civakê diguherin. Nifşê guran, nabin dostê ins û cinsan.
Xal du: Tirkiyê nexşeyeke “Turkmenelî” çêkiriye, payitexta wê herêmê jî Kerkûk e. Dixwazin, wek li Antalya û Kibrisê, li Mûsil, Kerkûk û Şingalê jî “ayşê bişînin seyranê”. Ev seyran jî dagirkerî ye. Mesûd Barzanî, divê postikê xwe wila erzan neke.
Xal sê: Gelo faşîzma dewşîrmetiya ku bi koman sîxur di bin navê “mele”yan de li Ewrûpa bi cih dikin; li Başûrê Kurdistanê çi lîstik, qirêjî û kirêtiyan dikin? Faşîzma Tirk, gurê har e, ji devê wan kef û kefzê diherike.
Ewrûpa dewleta Tirk wek dewleta hovîşîst îlan kir; destûr neda ku wezîrên Tirkiyeyê biçin welatên wan. Divê Kurd zanibin; cîhan li dora Tirkan nazivire; li dora hemû gelan, li dora hemû mirovahiyê dizivire; bi taybetî li dora bîrên petrol, gaz û bazarê dizivire. Divê Mesûd Barzanî û PDK xwe wek qumaşê Hindê jî nebînin: Faşîzma Tirk, roja ku firsetê bibîne, wê wan di kevçiyek av de bifetisîne. Bila nebêjin, Tirk dostên me ne û nekevin “xeflet û xeşîmiya”; dema Tirk, bi desteka wan li Şingal, Mûsil û Kerkûkê bi cih bibin, Başûr jî namîne…
Medenî Ferho