Sernivîskarê Rojnameya Kurdistanî Niwê, Stran Ebdullah got, dewleta Tirk li dijî hebûn û bipêşketina Kurdan e lewma jî divê li dijî dagirkeriyê gelê Kurd jî hevgirtî be.

Ebdullah bal kişand ser dagirkeriya artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got; “Erka hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Başûrê Kurdistanê ye ku ketina artêşa Tirk eşkere û zelal bikin. Bi taybetî çûna artêşa Tirk a li nava gundên herêma Biradostê.

Tirkiye li dijî her bipêşketina Kurdan e. Piştî referandûmê, welatên cîran wisan dizanin ku Herêma Kurdistanê lawaz bûye û valahî tê de ye ku derfetên wan hene êrişê bibin serê.“

Destketiyan bi dest bînin

Ebdullah diyar kir ku li dijî dagirkeriyê, yekîtiya gelê Kurd girîng e û got, “Di hemû deman de yekîtiya gelê Kurd girîng e. Dema ku yekgirtî bin wê zêdetir destketiyan bi dest bînin. Di dema alozî û metirsiyan de dibe erkeke li ser milê wan û pêwîst e pêk bînin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ