DYE’yê serokê xwe yê nû hilbijart. Trump bû serok. Di anketên rayagiştî ya DYE’ê de encameke cuda dihate hêvîkirin. Di vê bendewariya şaş de rola du tiştan hebû. Ya yekemîn bandora desthilatdarbûnê ya li ser çapemenî û anketan bû. Ya duemîn jî şêwazê jiyan û ramana rojava ya ji bo guhertinan ne amade bû. Ji ber ku nihêrînên radîkal û cuda yên Trump ji aliyê çîna hakim ve nedihatin pejirandin encameke bi vî rengî ya hilbijartinan ne dihate xwestin. Diyar dibe ku ev bendewarî derbasî anketan jî hatibû kirin. 

Bêgûman bandorên neyînî yen 8 salan desthilatdardbûna Demokratan di guherîna desthilatdariyê de xwedî bandor e. Êrîşên DAIŞ’ê, kaos a li Rojhilata Navîn û veguherîna cîhanê ya cihekî ne ewle, bû sedem ku Demokrat têk biçin. 

Ji bo me girîng e ka polîtîkayên serokê nû wê li Rojhilata Navîn çawa deng vedin û praktîze bibin. Heger Hillary Clinton hatiba hilbijartin, wê hewl bida da neheqiya di dema hevserê wê Bill Clinton de li dijî Kurdan hatibû kirin, sererast bike. Ji ber ku di dema desthilatdariya Bill Clinton de operasyona navneteweyî ya pêk hat, gelek êş û azar bi gelê Kurd dane kişandin. Tişta ji serokê nû Trump jî tê hêvîkirin ew e ku polîtîkayên neheq ên DYE’yê yên li dij gelê Kurd pêk hatin biguherîne. 

Piştî hilbijartina Trump, Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya yekemîn de got, “Dixwazim encamên vê hilbijartinê xêrdar binirxînim“. Yanî bendewariya xwe ya ku Trump li gor dilê wan polîtîkayê bimeşîne, tîne ziman. Gumanên wî hene, lê dixwaze ji bo xwe xêrdar bibîne. Bê guman tişta ku dixwaze bibêje; di tevkujiya li dijî Kurdan de destekdayîna tam a DYE’yê ye. 

Heger ji bo şerê li dij Kurdan ên Tayyip Erdogan û desilatdariya AKP’ê dimeşînin destek werê dayîn ev xêrdar e, erênî ye; heger di şerê li dij Kurdan de destek ji bo wan neyê dayîn, ev ji bo wan xirab e, bêyom û bêoxir e. Pîvana polîtakayan a xêrdar û bêoxir nêzîkbûna ji bo Kurdan e. Di dijminatiya li dij Kurdan de heger destekê bidin wan, ev xêrdar e. Sedema ku dixwaze hilbijartina Trump mîna tiştekî xêrdar bibîne jî divê bi vî rengî were fêhm kirin. Dixwazin di şerê li dij Kurdan de Trump destekê bide wan.  

Polîtîkaya bingehîn a desilatdariya AKP’ê ya hundir û derve dijminatiya li dij Kurd e. Hemû polîtîkayên din bi vê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê jî li hundir û derve, ji bilî polîtîkayên derbarê Kurdan de polîtîkayên din ne gelekî girîng in. Di van polîtîkayên din de dikare nerm tevbigere; her wiha heger di polîtîkaya li dij Kurdan de destekê karibe bistîne, beranberî wê dikare di hemû mijaran de tawîzan bide. Ji Peymana Lozanê ya 1923’an û vir ve polîtîkaya dewleta Tirk bi vî rengî ye, her wiha di dema Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP’ê de jî heman polîtîka tê meşandin. 

Serokwezîr jî gotiye Fetullah Gulen radestî me bikin. Ew jî dizanin ku Fetullah Gulen teslîmî Tirkiyeyê nakin. Fetullah Gulen teslîmî welatekî mîna Tirkiyeyê nakin ku guftûgo derbarê îdamê de tên kirin. Ne rêveberiya Trump dide, ne jî ya Clînton wê bidaya. Di mijara Fetullah Gulen û mijarên din de zexta ku desthilatdayia AKP’ê dike bi armanca destekgirtina ji bo polîtîkaya wê ya li dij Kurdan e. Vê rêbazê li dij Ewrûpa, Rûsya, welatên Rojihata Navîn û DYE’yê jî bi kar tînê. Daxuyaniya Serokwezîr ya derbarê îadekirina Fetullah Gulen de divê bi vî rengî were fêhmkirin. 

Televizyonên Tirkiyeyê yekser dest bi guftûgoyên li ser Trump kirin. Gelo Trump wê li dij polîtîkayên zextê yên li dij Kurdan ji rêveberiya kevin kêmtir nerazîbûnê nîşan bide?

Di mijara Rojava û Sûriyeyê de gelo wê nêzî polîtîkayên Tirkiyeyê bibe? Ji Trump tê xwestin ku ji zextên li dijî Kurdan re bê helwest bimîne û çavê xwe li wan bigire. Dixwazin di mijara PYD û Şoreşa Rojava de ferzkirinên xwe li ser bidin qebûlkirin. Heger ev daxwazên wan bi cîh werin, Trump wê ji bo wan xêrdar be. Heger wisa nebe mîna karekterên xirab ên di filmên Tirkan de Trump wê xerab û ne baş nîşan bidin. Kî li dij Kurdan be, ew baş e; kî di mijara Kurdan de bi polîtîkayên Tirkiyeyê re nakok be ew xirab e. Ji niha ve peyamê didin Trump. Dibêjin heger tu bibî dijminê Kurdan, em ê te bikin taca serê xwe. Ka pratîka Trump ê ji bo Kurdan gotinên erênî digotin, wê çawa be, em ê bibînin. 

Li Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP’ê de şerê mezhebî gurr kir, El Nusra û DAIŞ destek kirin, di mijara penaberan de cîhan tehdît kir, di her derfetê de mîna ku dijminatiya Îslamê dikin, cîhana Îslamê li dij welatên Rojava sor kir, bi gotinên xwe li Rojhilata Navîn ji bo tevgerên radîkal ên ji rê derketî bingehê siyasî afirand. Dema ev tev li ber çavan werin girtin, diyar e ku Trump wê li dij van nêzîkatiyên desthilatdariya AKP’ê xwedî helwêst be.

Tayyip Erdogan û desilatdariya AKP’ê ne têne li dij Kurdan, beranberî tevahiya mirovahiyê sûcdar, gunehkar in. Di mijara Kurdan de ki mîna wê ne fikire dibe hedefa êrîşên wê. Li hundir û derve têgihiştin û şêwazê wê ev e. Dema Ewrûpa desteka tam nade polîtîkayên tevkujiya Tirkiyeyê, hingê wan jî sûcdar dike. Her tişta tê ber devê wan ji bo Ewrûpayê dibejin. Mirov dikare bibêje, li dij van polîtîkayên bêşerm ên "hem diz û hem topiz" bûnê, Trump ê tê gotin mirovekî deqerû ye, wê van danequrtîne.  

Hêzeke siyasî ya dixwaze bi polîtîkaya şantaj, zirtapozî û gefan tevahiya cîhanê bixe şirîkê polîtîkayên xwe, wê poşê li dîwêr bixe, bi gotineke din; wê li dîwar biqelibe. Ji ber ku domandina vî şêwazî wê encameke din dernexe holê.