Nadiya Murad wekî din daxwaz kir ku ji bo Êzîdiyan mintiqeyeke ewle were avakirin ku karibin lê werin parastin û xwe biparêzin.
Endamê komîsyona NY´yê Muntarbhorn jî got, ew di rapora xwe ya gunehên şer ên DAIŞ´ê de behsa hemû hindikahiyan dikin ku bi zilma digihêje asta gunehê şer dikin, lê di mijara Êzîdiyan de ya li ber destê wan qirkirinek e, û aliyê mesele ji hiqûqî û wê de insanî û psîkolojîk e ji bo ku mexdûr karibin li jiyanê werin vegerandin.
Psîkolog Prof. Dr. Ilhan Kizilhan jî di civînê de îşaret bi aliyê desteka ji îdeolojiya DAIŞ´ê re a li welatên li Rojhilta Navîn û nexasim jî Tirkiyeyê kir û got, "divê em behsa rabihuriyê bikin. Divê em bipeyivin, heta bi 600 salan bi paş ve behsa komkujiyên Osmaniyan ên li dijî civaka Êzîdî bikin. Civaka Êzîdî behsa van dike, heta bi îro ev hatiye, ev trawmaya nav-nifçî ye. Heke mirov divê bi hev re bijîn, divê li ser rabihuriyê bi hev re bipeyivin da ku siberojê bi hev re bijîn."Li ser pirseke rojnamevanan, Nadia Murad got, Aştî wê demê bigire, lewra kesên ku ew bi wan re nas bûn, bûn hevalbendê DAIŞ´ê, û ji bo mirov karibe ji nû ve bi hev re bi aştiyane bijî demeke dirêj divê.
LUQMAN GULDIVÊ