Federasyona Komeleyên Êzîdiyan li Ewropayê (FKÊ)  bi dirûşma "Em destekê didin xweserî û azadiya Şengalê" di 25'ê Çileya 2015'an de dest bi civînan kir. Rêze civînan li bajarê Elmanya Bremenê destpêkirî, bi dorê li bajarên Elmanya Emmerich-Wesel û Bîelefeldê, li bajarê Belçîka Liege, li herêma Saarland a Elmanyayê, bajarê Swîsre Zurichê, li bajarê Elmanya Celle, li herêma Fransa Corbeille û herî dawî jî li paytexta Rûsya Moskovê 7'ê Adarê bi dawî bû. Atalan li ser civînên heta niha pêkhatî û der heqê  berendamtiya xwe di HDPê de axivî.


Piştî ragihandina Meclîsa Damezrîner a Şengalê,  we li Ewropa û Rûsyayê rêzecivîn li dar xistin. Hûn li ser van civînan dikarin agahiyan bidin?

Piştî ragihandina Meclîsa Damezrîner a Êzîdiyên li Şengalê, weke Federasyona Êzîdiyên li Ewropayê me jî xwest bi armanca piştevaniya vê gava dîrokî, rêze konferansan li dar bixin. Di serî de Elmanya me li Fransa, Belçîka, Swîsre û herî dawî jî li Rûsyayê bi giştî 10 konferans li dar xistin. Elaqeya ji van konferansa re gelekî zêde bû. Û di encamê de me konferansa gengaz a ragihandina Xweseriya Şengalê, namzetên delegeyan tespît kirin. Ev hevalên ku hatine tespîtkirin wê di dema pêş de li hev bicivin û di nava xwe de delegeyên eslî yên li gorî kontenjana ji me re hatiye veqetandin, hilbijêrin. Her wiha ji vê pêkhateyê, wê ji bo Kongreya Êzîdiyan a Cîhanê  yê ku pêş de were lidarxistin, delege werin destnîşankirin. Ji bo fînansekirina Navenda Civaka Ezdaî ya Ewrûpayê destek ji gel hat xwestin û meqbûz li gel hatin belavkirin. Herî dawî di konferansa li Rûsyayê de, civata Êzîdî ya li wê derê ku serjimara wê qederê 200 hezarî ye, bû xwedî rêxistinbûyîn û temsîliyetê. Li wê derê bi 59 endaman re Kongreya xwe ava kirine. Li gorî vegotina Êzîdiyên li Rûsyayê heta niha civîneke ewqas berfireh nehatiye lidarxistin. 


Li gorî nîqaşên civînan û her wiha li gorî rêxistinbûyîna li Şengalê,  Êzîdiyên li welêt û li derveyî welêt wê ji niha û pê ve bi çi şewazî birêxistin bibin?

Civata Êzîdiyên Kurdistanê, girîng e xwe ji rewşeke pasîf û qels derxîne, bi rêxistinbûyîneke xweser û çalak, li her deverê xwe bike kirde. Pêwîstiyeke ku xwe ji nîqaşên bêencam rizgar bike û rêbazeke xebatê ya encamê bi dest dixe. Divê federasyona me ji reorganîzasyona civaka me re pêşengiyê bike. Bi van rêze konferansan re me hewl dan tevkariyê li vê bikin. Dikarim bêjim ku di vê mijarê de me hin encam bi dest xistin. Lê belê em hînê li destpêka kar in. Em civateke ku di rêveçûna dîrokê de li 73 qirkirinan rast hatine.  Di serî de qirkirina dawî ya li Şengalê ji bo bersiva li 73 fermanan were dayîn, pêwîstiya Êzîdiyan bi ji nû ve rêxistinbûyîneke xwe dispêre baweriya ji hêza xwe heye. Li dijî armanca tevgera faşîst a DAIŞ'ê ya ji bo tinekirina Êzîdiyan ji Kurdistanê, bersiva herî rast ew e ku civat bibe xwedî sekneke dijber, berê xwe bide welêt û vê yekê bixe pratîkê. Eger zîhniyetê barbar dixwaze me ji welatê me derxîne û vê yekê li ser me ferz dike, divê em jî bi ruhekî hêjayî Derwêşê Evdî û versiyona wî ya hemdem Berxwedan Tolhildan, sekneke serbilindî nîşan bidin û vegera welêt esas bigirin. Ya ku divê em bikin û kêm be jî em hewl didin bikin, ev e.


Di hilbijartinan de hûn ji HDP'ê bûn bernamzetê parlamenteriyê. Armanca we daniye pêşiya xwe çi ye?

Di civîna asayî ya Meclîsa FKÊ me de ku piştî kongreyê navgîna herî payebilind a federasyonê ye, bi hilbijartinekê biryar hat dayîn ku li ser navê civata Êzîdî ez bibim bernamzet. Ev biryar ji tevgera azadiyê ji HDP'ê re hat ragihandin. Ji ber ku ji navçeya Mêrdînê Midyadê me û hinekî civaka li wê derê nas dikim, min bernamzetiya xwe li Mêrdînê danî. Li vê herêmê bi qasî 20 gundên Êzîdiyan hene, ku em dixwazin ji nû ve ava bikin û qismî be jî Êzîdiyên li Ewrûpayê li cih û warên xwe vegerînin. Ji bo hîn bêhtir karibim tevkariyê li vî karî bikim, ji Mêrdînê min bernamzetiya xwe destnîşan kir.


Girîngiya vê hilbijartinê ji bo civata Êzîdî,  ji bo gelê Kurd çi ye? Bangeke we ji bo hilbijêrên li Ewropayê heye?

Li Tirkiyeyê desthilatdariyek heye ku dixwaze rejîma xwe ya hegemonîk mayînde bike û bi vê hilbijartinê zîhniyeta xwe ya yekperestî û desthilatdariya xwe ya bi tena serê xwe konsolîde bike. Li hemberî vê jî, bi bîrdozî, bername û pratîka xwe partiyek heye ku baweriyê dide hemû gelan, baweriyan û kedkaran. Ew jî HDP ye. Destekkirina HDP'ê ya li dijî mejiyê totalîter sîstema civaka exlaqî-polîtîk û demokratîk a pirrengiyê diparêze, wezîfeyeke însanî ye. Ji bo azadî, wekhevî, û demokratîkbûyîna sîstemê divê HDP bi ser bikeve. Di vir de, pêwîst e her kes çi li welat çi jî li derveyî welat, tevkariyê li  vê hêzê bike, bi dengên xwe tevkariyê li vê serketinê bike. Girîng e Êzîdiyên li derveyî welat di pêvajoya qeydkirinê de xwe qeyd bikin, bi awayekî aktîf tevlî kampanyaya hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin xwe, yanî bidin HDP'ê. Di heman demê de girîng e derdora xwe jî teşwîq bike ku dengê xwe bidin HDP'ê.


ANF / NAVENDA NÛÇEYAN