Girtî Ahmet Ayboga yê li Girtîgeha Odemîşê tê ragirtin, pirtûkek Kurdî nivîsand û bi hêceta “wergêr nîne” pirtûk nedan Ayboga.

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Izmîrê bi hêceta “wergêr nîne” pirtûkên Kurdî nadin girtiyan.  Ahmet Ayboga yê li heman girtîgehê ragirtî ye, pirtûkek Kurdî nivîsand û da çapkirin. Tevî ku pirtûk beriya bê çapkirin ji aliyê rêveberiya girtîgehê hat kontrolkirin jî lê pirtûk piştî hat çapkirinê, nedan Ahmet Ayboga.

Hat zanîn ku li gel pirtûkên Kurdî, kart û nameyên bi Kurdî jî ji hepsan re tên şandin, nadin girtiyan. Tevî ku girtî ji bo vê yekê daxwaznameyan didin jî miracaetên wan bêencam dimînin.

 

IZMÎR