Bi komkujiyan encam nagrin
Ronahî Pazarcik axaftina pêşî kir û beşeke mezin a axaftina xwe ji komkujiyên di meha Kanûnê de pêk hatin veqetand û bi taybetî bal kişand ser dema komkujiya Mereşê lê rû da û karektera wê ya siyasî. Pazarcik diyar kir ku komkujiya Roboskî jî bi armanca gef û çavtirsandinê hatiye kirin.
PKK´ê tim pêşde bir
Eşber Yagmûrderelî jî hevdîtinên di navbera hikûmeta AKP´ê û PKK'ê de bi van gotinan nirxand; "Tevgera Azadiyê ya Kurd dema şer kir jî mirov bi pêş xist, di pêvajoya aştiyê de jî bi pêşxistna mirovan re têkoşîna xwe bi hêz dewam dike. Ne tenê xwe, dê dost, gel û mirovahiyê, bi gavên xwe yên nû re bi pêş bixîne." Yagmûrderelî ragihand ku tevgera Kurd a bi berdêlên lehengiyên mezin hatin roja îro, projeyek mirovahiyê ye û der heqê projeya KCK'ê de ev nirxandin kir: "KCK, projeyeke ku bi ezmûnên têkoşînên mirovahiyê û sosyalîst derketiye holê. Li navenda wê azadiya jinê heye, modela vînkirina mirovan, jiyana kolektîf e. Û hebûna xwediyê vê projeyê Ocalan, ji bo Kurdan nirxekî gelekî mezin e. "
KCK´yîyan berdin
Yagmûrderelî bibîr xist ku îro di bin navê KCK'ê de bi hezaran siyasetmedarên Kurd tên ragirtin û got, "Îro projeyek mirovahiyê tê darizandin, lê belê dîrok wê qeyd bike ku KCK projeyeke mirovahiyê ye." Yagmûrderelî destnîşan kir ku divê girtiyên bi navê KCK'ê serbest bên berdan. Îrfan Dayioglû jî da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ev yek li Rojhilata Navîn bi ser xistiye û hesabên emperyalistan û nokeran bi taybetî bi Şoreşa Rojava re ser û bin kiriye.
ANF/PARÎS