Van rojan li Bakurê Kurdistane bûyerên diqewimin gelekî dîrokî ne, zêdegavî nîne ger bibêjim rojên serhildanên Başûrê Kurdistan ên sala 1991´ê bi tevahî kêlîyên xwe anîn bîra min, rojên pir bi coş in. Gel biryara xwe daye û bi dehan sal in ku ji bo mafên xwe têdikoşe, qûrbanîyan dide, niha encaman digire. Ev gava wêrekî a Gelê Kurd û sazîyên wî pir watadar in û duriyaneke bi girîng e. Duryan hem encama siyasetekê ye û hem jî ya stratejî û pêwîstîya Civakî ya ku dest jê naye berdan e.
Belê encama siyaseta înkar, tinekirin, xepandin û diktatorîyeta AKP û Erdogan e, ji ber ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê zêdetir eşkere bû ku ti niyeta wan a çasereseriyê nîne û hemû tiştên digotin xepandin û lebikandin bûn ji bo ku bibînin gelo her tişt li gorî dilê wan e yan na? Dema dîtin zêdetir e, maske ji rûyê wan ket. Jixwe ji 4 Nîsanê û şûn ve rê nedan ku Birêz Ocalan ne Parêzer û ne jî Heyeta Îmraliyê bibîne. Êrişa Hewayî bi ser Gerîla, sivîlan de û êrişên li dijê HDP´ê û tehdîd û şentaja girtin û rakirina parêzbendiya Parlemanteran îşareteke din e. Di nava 2 mehan de nêzî 2 hezar kes hatin girtin.
AKP tenê bi tepisandina Rojnamewanan û sazîyên çapemeniyê bes nedît gazî komêk qaşo "Rojnamewanên" ji Başurê Kurdistanê jî kir da ku wan tevlî konsepta şerê topyekûn bike. Jixwe ev "Rojnamevan"ên kû tevlî civîna rayedarên Tirkan bûn bi piranî nêzî PDK´ê ne û rojane di sazîyên xwe yên çapemeniyê de êrişî dibin ser nirxên civakê.
AKP dema dît ji bo sazkirina hikûmetê nikarê şert û mercên xwe li ser yên din ferz bike bi taybet jî HDP niha di kirîzê de ye. Beşeke ku mirov nikare biçûk bibîne ji Gelê Tirk narazîbûna xwe li hemberî destpêkirina vî şerî nîşan dide, bi taybet jî dayikên serbaz û polîsan. Dayik dibêjin "zarokên me ji bo welêt ji bo Erdogan û kursiya wî tên kuştin".
Gavên ku gel, meclîs û sazî ji bo îlankirina xweseriyê diavêjin, ji bo bersivdayîna vê siyaseta şer û tinehesbandinê bersiva herî bi wate û bi rûmet e. Demeke dirêj e ku gelê Kurd û tevgera azadiyê li hemberî siyaseta dewletê di nîqaş û amadekariyê de ne, gavên van rojan li Silopî, Gever, Gimgim û çend cihên din tên yê girêdayî Amed, Batman û Wan tên avêtin şoreşa demokratîk ya civakê ye. parastin û mezinkirina vê şoreşê erka exlaqî û demokrasiyê ye, bersiva herî rast ya siyaseta AKP´ê ye. Bi vê gava dîrokî ne tenê Tirkiyê tê demokratîzekirin, lê bi gavên ku ji Rojavayê Kurdistanê hatin avêtin, wê tevahiya Rojhilata Navîn jî bixe ser rêya demokratîkbûna misoger û wê hemû dek û dolabên sedsala 20´an di pratîkê de hilweşîne û ji nû ve avakirina li gorî pêwistîya civakan be, bi xêr be şoreşa demokratîk a civakê li Bakurê Kurdsitanê.