Ji helbesta Berbang; "...Dilopen şeraba sor / Ji lêvên genimî dinuqute, / Dêmên zuha, / Bi xunava memikên xwe av dide!“
Ji helbesta Payîzê: "..Ji xwe havînê qet nasnakim, / Tirîjê rojê xeyîdîne, / Di binê siya xemsar de, / Delavên ava evînê cemed girtiye.“ Ji helbesta Ey Xweza; "Di xemla te de dicemidim, / Dergûşa dilê min êdî naheje, / Li hêleke min qedera reş girêdayî, / Li çepê min valahiya dilê bê ar.“
Ji helbesta Evîna Gerîlakî : ".. Dojeh asnakim, lawê rojê me, / Bi tirîjên çavên xwe, / Dilê evîndaran germ dikim.“
Evîna wî jî welat e. ji helbesta Bi xeyal im: "..Xwezginiyê te way hatin, / Ji Mahabat û Pîranê, / Ji dêrsim û Zîlanê, / Dimeşînin vê dîlanê.“ Dîsa di helbesta Yara min de jî evîna wî welat e: ".. Yarê Dicle keziyê te ye, / Çîyayên Zagros xemla te ye, Amediye dilê te ye / Yara min yara min.“ Ji helbesta Pejkên Baranê: "..Wexta kilên çavên te, / Bi pejkên baranê re, / Li ser sûretên te, /Yên sor û sosinî, / Govend digirtin.“ Her gotinên kurdî yên di helbest, çîrok çîvanok, mamik û romana de tên bikaranîn ji bo min nirxekê ye, ji wê bi dil dixwînim. Ez hêvî dikim ku birêz Xakî bê navber helbestên helbestwanên kurd bixwîne û li pey jî stîla xwe hê dewlementir bike.
Nasnama berhemê
Nav: Yara dema kulîlkan
Niviskar: Xakî Bîngol
Bergê yekem: Di beşa jor de keçekê di nava kulîlkên Şerevdînê de ye. Di beşa jêr de jî navê pirtûkê û niviskar heye. Zemînê berheme gewrê vi ser xakî ve diçe.
Qalindî: Bi giştî 94 rûpel e.
Weşan: Weşanên Ar, berfembar 2012 Stenbol
Yara dema kulîlkan
Ev navê pirtûka helbestan ya Xakî Bîngol e, her çendî paşnavê wî Bîngol jî be, wî ava Şerevdîna serhişk vexwariye. Baş tê zanîn ku Şerevdîn binewarê kulîlka gullaleya baxên holandiyan xemilandi û di helbestên ewropiyan de bûye hevîrê ristinê ye. Gullala, gulbûk û hemû kulîlkên çiyayên Kurdistanê bi bêhn û delalî, bi reng û endamên xwe ve di dilê ciwanên kurd de hêlîn avakirine. Ev bedewiya xwezaya vê welatê pîroz jî wekî avşaran ji çiyan diherike ser dilan, coş û hêz dide dilan, wan dadixe nava hestên wek germavan ji jêr ve dikele. Lema Xakî jî dest avêtiye pênûsê û hestên xwe bi helbestên li gor cihana xwe ya ji rengên kulîlkên zozanên Șerevdînê ragihandiye xwenêran. Li gel kulîlkên çiyan, wê hewa paqij û avên sar ku ji kûrahiya cewherên di wê axê de veşartiye tê, teşe dane mûyê gewriyan, ji wê deşta Mûşê cihê dengbêjan e. Dengbêjî li vir huner e, kevneşopî ye, hostatiya peyvê ye, ev diyarde li vir xwe diguhezîna stran û helbestê. Vê xwezaya wisa bi raz giyana Xakî jî aniye cojê, lema wî; ji stranê berê xwe daye helbestê. Ew hê di destpêkê de ye, lê bi rik û coş e, hêvî û ew hêza afirînê lê heye, lema ew dixwaze ber bi kûrahiya helbestê ve bimeşe, di rengên helbestên wî de jî xuyaye ku ew hêdî hêdî gavên ber bi kemilandinê davêje. Em ji wî û hevrêyên wî re serkeftin dibêjin. Helbest nevêjin û derbaz nebin, her helbest bi giyan û coşeke xwerû, bi kelecan, reng û peyameke derûnî tê nivisandin. Xwendina helbestê hem ji bo giyana mirovan û hem jî ji bo bi kûrahî fikirînê tiştên herî baş in. Çend mînakên balkêş Ji helbestên wî: Wî bi gule Serhedê dest bi nivisînê kiriye û gotinê wiha kel dike: "Gula Serhedê… / Bêhna te li ser deşta sîngê min, / Ji porên te yên reş kon vegirtibû!“