Dema em bibêjin meha Kanûnê, wê çi were bîra we? Gelo tenê meheke ji 12 heyvên ji rêzê yên salê ango dawiya payîzê, destpêka zivistanê, ya na demên qetilkirinên ji kulîlkên Kurdistanê? Ger hûn ji malbatên Roboskî pirsiyar bikin wateya heyva Kanûnê, wê bibêjin tenê ''mirin'' e, wê bi hestên xwe yên brîndarbûyî bibêjin ''mirineke sar e'' û ’’ev çendî sale di qirikên me de dixetime û li ser singa me de dizetime''. Lê belê ger hûn ji malbata 10 şervanên HPG ku 31'a Kanûna 2012'an de, di kemîneke xiniz û hovane de, bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin pirsiyar bikin wê bersiveke çawa were dayîn gelo?

Di erdnigariya Kurdistanê de çawa ku dawiya sala 2011'an de dem bi êş û mirinê derbaz bibû, sala 2012'an de jî mixabin wisa hate jiyîn rojên dawiya salê. Hê birînê di dilê dayikên ji ber qetlîama Roboskî nekewiyayî, li Liceyê dîsa ji heman rengî ji destê dijmin qetlîameke din wekî Roboskî pêk hat. Dewleta Tirkî, 31'e Kanûna 2012'an de, li Licê bi 7 helîkopter û bi sedan leşkerên bi çekên kîmyevî ve, erîşî 10 gerillayên têkoşer kir. Di vê erîşa xinizî de, Nûman Amed ê 23 salên xwe di tekoşîna azadiyê de derbaskiriye, Xebat ê 19 salan bi lingê xwe yê protez qet nerawestiyayî, Mashîro yê navê xwe ji lehengê nemir şoreşvanê Rojava hilgirtî, Demhat Baz ê ku ala ji destê rêhevalê xwe şehît Ferhat Kurtay wergirtî û tevlî 6 rêhevalên xwe şehît ketin.

Çiroka van 10 şehîdên li asîmanê Kurdistanê bûn stêrik çiqasî ji hev cûda û giranbiha bin jî, peyîtexta di dilê wan afiriyî de digihiştine hev, dibûne wekî hev. Dema Nûman Amed şehît ket, wê çaxê Fermandarê Eyaleta Amedê bû. 23 salan di refên gerilla de bi têkoşîna xwe ya bêhempa û bi rêberiya xwe ya bêheval bala serokatî kişandibû û bi gotina '' Divê tu qet şehît nekevê! '' şiyar kiribû. 

***

Xebat di sala 1992'an de li Xakûrkê pê li mayînekê dike lingê wî jêdibe û heya sala 2012'an bi lingê protez têkoşîna xwe berdewam dike. Demhat Baz (Mesût Yildirim) gundiyê şehît Ferhat Kurtay e, giyanê nemir Kurtay hemêz dike û tevlî Hereketa Azadiyê dibe. Demhat Baz, her tim '' Ez ji bo armanceke pîroz tevlî vê têkoşînê bûme'' bi lêv dike. Ji ber vê yekê ji malbata xwe re her car dibêje wê şehadeta min ji we re bibe serfirazî. Hê 9 saliya xwe de di nav lêgerîna heqîqetê de bû piştî bibû şahidê zilma dewletê ya li ser malbat, bi taybetî jî li ser bavê xwe, bêtir jiyana tê de lêpirsin dikir.

Şehit Demhat Baz, li Gundê Xûrsê ya ku navçeya Mêrdînê Qoserê ve girêdayî Xwedê dide. Di nava malbateke 9 ferd û welatparêz de mezin dibe û ji ber vê yekê jî haydarê Partiya Karkerên Kurdistan e. Di sala 2003'yan de tevlî refên tekoşînê dibe. Di nav civakê de çawa be, li çiyê jî bi sekna xwe di nav rêhevalên xwe de pirr tê hezkirin. Rêberê xwe yê yekem her timî bavê xwe dibîne. Ji ber ku hê zarokatiya xwe de bibû şahidê têkoşîn û berxwedana bavê xwe yê li hemberî zilma serdestan. Pirr caran dît ku bavê wî ji bo aşitî, wekhevî û azadiyê çiqasî berdel dan. Hê di wan deman de biryara xwe dabû û xwe gihand warê hêviyên xwe. 

**

Ji ber zilma dewletê, malbata Demhat Baz jî koçî Stenbolê dike wekî gelek malbatên li welêt. Xerîbî gelekî êş û zehmetiyan bi malbatê dide kişandin. Cara yekem li Stenbolê tevlî çalekiyan dijî dewleta dagirker dibe û li Bakirkoyê tê girtin. 9 mehan li Girtîgeha Bayrampaşa tê darazandin. Rojên di girtîgehê de xwe perwerde dike û hînî dîroka welat û welatiyên xwe dibe. Pirr pirsnîşan di serê wî de zîl didin. Êşkence û zordariyên li girtîgehê lê hatine kirin wî pirr bi hêrs dike, bandoreke mezin li ser çêdike. Piştî li girtîgehê derdikeve, ji ber pirsên di serê xwe û hêviyên xwe, teqez biryara xwe dide û berê xwe dide qadên azadiyê. 

***

Demhat ê ku caran digot; '' Ger ez demekê bizewicim, ez hez dikim bibime zavayên Amediyan'', li navçeya Amedê Licê ye şehît dibe. Şehadeta wî ya li Lîcê, dibe zavaniya wi ya Amedê. Belê şehadeta wî ya li Amedê dibe zavaniya wî ya Amediyan. Ji ber ku Nemir Demhat di nava malbat û derdoran xwe de pirr dihat hezkirin, piştî şehadeta wî civaka xwe pirr xemgîn dike. 

Wekî ku kronolojiya her mehan ji bo gelê Kurdistanê bi xemgîniyê boyaxkirîbe jî bêgûman bi navê lehengên nemir jî mohra xwe daniye. Her çiqasî heyva kanûnê bi jenosida Roboskî jandarî be, ji ber 10 gerillayên li Amedê şehît ketine jî wisa meheke derdmende. Heyva Kanûnê çawa ku di dilê gelê Kurd de ji ber sedema qetlîama Roboskî birîn vekiribe, di dilê malbata Demhat Baz de jî birîneke tu caran neyê kewandin vedaye. Malbata Nemir Demhat meha Kanûnê mîna mîratekê ji kurê xwe hemêz dikin her sal. 

Meha Kanûne heyveke bêzagon e; xatirxwestina saleke dîrokî, silavdayina demeke nûh e. Kanûn, him meha mirinê ye him jî meha nemirinê ye, hem meha qedandinê hem jî ya vejînê ye. Ji bo malbata Nemir Demhat meha Kanûnê hem heyva qatlîamê ye hem jî meha şanaziyê ye. Beriya her tiştî ji bo Şehît Demhat Baz û rêhevalên wî yên nemir, meha Kanûnê, heyva şîrbirincê ye ku ewa jê pirr hez dikir, pirr dixwest ku demek werê, li welêt, li Kurdistanê, zarokên devliken û azad jê noş bibin, dilşêrîn bibin...