DBP: Serê tevahiza gelê me sax be

Partiya Herêman a Demokratrîk (DBP) bi peyameke sersaxiyê diya rkir ku ew ê bibin şopdarên têkoşîna aştiyê ya Yaşar Kemal. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser lêgerîna jiyaneke azad a bi rûmet û dilsoziya bi nirxên însanî yên nivîskarê navdar û ev xal hat destnîşankirin:

"Bi xemgîniyeke mezin me bihîstin ku me parêzvanê mafên mirovan, têkoşerê aştiyê, wêjevanê giranbuha Yaşar Kemal ji dest daye. Em, wêjevanê hêja Yaşar Kemal ê di tevahiya jiyana xwe de ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet a insanî bi berhemên xwe û bi sekna xwe ya jiyanê  têkoşiya, bi rêzdarî bibîr tînin. Serê hezkiriyên wî, malbata wî û tevahiya gelê me sax be. Em soz didin ku em ê rojên ji aştiyê ku xeyala wî bû, bi têkoşîna xwe biafirînin."


Berhemên wî ji bo nirxên insanî bûn

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî peyameke sersaxiyê ji bo Kemal weşandin û gotin, "em di nav xemginiya windakirina romannivîsê mezin ê cîhana me ya wêjeyê, hosteyê xwe de ne. Yaşar Kemal wek wêjevanekî, rojnamevan û siyasetmedarekî şahidî li sedsala 20. a erdnîgariya me kiriye û bûye parçeyekî têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê ya gelan.

Berhemên wî ji bo nirxên însanî, têkoşîna aştî û edaletê wê wek çavkaniya îlhamê dewam bike. Em ji malbat, xizm û tevayî gelên me re sersaxiyê dixwazin."


KCD’ê ji bo Yaşar Kemal sersaxî xwest

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê ji bo Yaşar Kemal ê îro jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand. Daxuyaniya bi îmzeyên Hevserokên KCD’ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle wiha ye: “Afirînerê Înce Memed, Yaşar Kemal ê di 92 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girtin, bi hewldana ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd nîşan da, yek ji rewşenbîrên me yê bi qedr û qîmet ê destê xwe kiriye bin kevir. Di rojek wiha dîrokî de ku hêviyên aştiyê di nav tevayî civakê de bi pêş ketine, di serî ji malbata mirovê hêja Yaşar Kemal em ji tevayî gelên xwe re sebr û sersaxiyê dixwazin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN