Li ser başkirina azadiya rojnamevanan û fikr, rêxistina Aştî û Azadî daxwaznameyek radestî parlamenê kir. Di daxwaznameyê de hate gotin ku divê kesên hemberî rojnamevanan binpêkirina mafan dikin, werin dadgehkirin. Lijneya parlamentoyê jî piştgiriya daxwazên rêxistinê kir.

Rêxistina Aştî û Azadî û komek çalakvanên civaka sivîl, daxwaznameyek radestî lijneya Rewşenbîr, Civaka Sivîl, Werziş û Lawan a parlamena Herêma Kurdistanê kir.

Yek ji endamê rêxistina Aştî û Azadî Hîwa Emer daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Bi armanca başkirina rewşa rojnamevanan, azadiya fikr ya li herêma Kurdistanê, me daxwaznameyek radestî parlamenê kir. Me daxwaz ji parlamenê kir da ku yasaya bidestxistina agahiyan were bicihanîn. Herwiha yasaya xwepêşandanan bê nûkirin. Herwiha me xwest kesên binpêkirinên mafan li hemberî rojnamevanan kirîn li gorî yasayê radestî dadgehê werin kirin.”

Serokê lijneya Rewşenbîr, civaka sivîl, werzîş û lawan a parlamena Herêma Kurdistanê Loqman Werdî jî got; “Em ê di civîna lijneya xwe de li ser daxwaznameyê guftugo bikin. Di heman demê de em ê ji bo daxwazan nivîseke fermî bidin serokatiya parlamenê. Em jî piştgiriya van daxwazan dikin. Li gorî me divê yasa ji hemû kesan re lê be û wekhev be. Yên ku li hemberî rojnamevanan binpêkirinan dikin, divê li gorî yasayê werin dadgehkirin.”

 

 ROJNEWS / HEWLÊR