Karîkatûrîstê Kurd ê Qamişloyî, Yasir Ehmed xelata navdewletî ya Pêşbirka Rojnamevaniya Cihanî ya li Portûgalê di beşa karîkatûra rojnamevaniyê de wergirt.

Radyoya Welat FM a ku weşana xwe ji Rojava dike, ragihand ku Yasir Ehmed ew xelat ji bo karîkatûrekê wergirtiye ku behsa bikaranîna zarokan di şer de dike.

Ew pêşbirka ku karîkatûristê Kurd xelat tê de wergirtiye, ji bo wan karîkatûran tê birêvebirin ku di rojnameyan de tên weşandin.

Yasir Ehmed ji radyoya navbirî re got, rewşa karîkatûrvaniya Kurdî, êşîner û zehmet e û wiha dewam kir: “Berî şerê Sûriyeyê, hema hema rojnamevaniya Kurdî tine bû, lewra wê çaxê derfet jî tine bûn û heger hebûna jî dê bi awayekî xwebexş bihatina kirin û dibûn sedema kêşe û peyketinan û tiştên din. Lê piştî şerî, mînberên Kurdî li Sûriyeyê zêde bûn, lê mixabin gelekan ji wan karîkatûr nexistin nav hesabên xwe.”

Karîkatûrîstê Kurd diyar kir ku ev yek ji wan sedeman e ku karîkatûrîstên Kurdên li Sûriyeyê dest ji rojnamevaniya xwe berdin û berê xwe bidin rojnamevaniya erebî ku li gorî wî, “birêxistîtir e û ji ya Kurdî bêhtir giringiyê dide karîkatûrvaniyê.”

Yasir Ehmed bi gelek rojnameyên Erebî yên giring re dixebite ku Ereb a Londonê û Meke ya Erebistana Siûdî di nav wan de ne û berî niha jî gelek xelat bi dest xistine.

QAMIŞLO