NEDÎMA ŞEMO/ANHA/ŞENGAL

Şervanên YBŞ´ê: Heta şervanekî/e Êzîdxanê hebe, wê parastina axa Şengalê bike û em nahêlin êriş bên ser gelê Êzîdî. Em çiqasî yekitiya xwe xurt bikin, em ê ewqasî civaka xwe ji fermanê biparêzin.

Şervanên YBŞ’ê diyar diyar kir ku tenê YBŞ dikare birînên gelê Êzîdî derman bike û gelê Êzîdî li hemberî fermanan biparêze, rê nede dubarebûna komkujiyên din.

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser Şengalê û di encamê de bi hezaran welatî hatin kuştin û revandin. Ji ber van êrişan gelê Êzîdî berê xwe da çiyayê Şengalê û Rojavayê Kurdistanê. Gelê Êzîdî ku ji fermanê rizgar bûn, ji bo parastina xwe û warê xwe bikin, ji bo rê nedin careke din ferman û komkujî dubare bibin, hêza xwe ya Yêkîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yêkîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku ji keç û xortên Êzîdî pêk tê, ava kirin.

Hebûna gelê Êzîdî

Bi boneya 4’emîn salveger fermana 74’an ya li ser gelê Êzîdî pêkhatî şervanên YBŞ’ê axivîn. Şervanê YBŞ’ê Qîran Şengalî bal kişand ser pêwîstiya damezrandina YBŞ’ê û wiha pê de çû;  “Damezrandina YBŞ’ê bi armanca avakirina xeta parastin û xwedî derketina  gelê Êzidî ye. Hemû civak jî dizane ji derveyî keç û xurtên Şengalê tu kes nikare parastina xaka Êzîdxanê bike. Ciwanên Şengalê ev yek îsbat kir ku wê heta dawiyê şer bikin û parastina civaka Êzîdî bikin. Armanca YBŞ’ê ew e ku parastina çand û hebûna gelê Êzidî bike.”

Bêparastin hiştina gelekî

Qîran Şengalî îşaret bi wan hêzan kir ku Şengal bi cih hiştin û xelk bi qirrkirinê re rû bi rû hiştin û wiha dewam kir: “Di dema fermanê de hêzên li Şengalê parastina gelê Şengalê nekirin û vekişiyan. Ev yek jî bû sedem ku bi sedan jin, zarok, kal û pîr bi jenosîda çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû bimînin.”

Ji bo hewce nebin YBŞ û YJŞ

Şervanê YBŞ’ê bi navê Rênas Bare jî diyar kir ku bi salan wan xwe bi hêzên cuda ve dida girêda, heta ku fermana 74’an hat serê gelê Êzîdî û got, “Em êdî bawer dikin ku hinek kesan alikariya wan hêzan kir ku ketin nav xaka me. Dema hêzek parastina xak û mala te bike, pêwîst e şer jî bike li hember hemû bûyeran. Pêwîst bû hêzek were avakirin ku gelê me hewceyî ti kesî neke. Me hêza xwe ya parastina Şengalê daye avakirin ji bo ku em gelê xwe ji komkujiyan biparêzin.”

Herî dawî ji Rênas Bare di axaftina xwe de bal kişand ser fermana 74’an ku bi sedan jin, ciwan, zarok, kal û pîr ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û kuştin, û got; “Pêwîst e ciwan, jin, zarok û kal rabin ser piyan û yekitiya xwe xurt bikin. Em ê êdî rê nedin ku gelê me rû bi rûyê zorî û zehmetiyê bê. Heta şervanekî/e Êzîdxanê hebe, wê parastina axa Şengalê bike û em nahêlin êriş bên ser gelê Êzîdî. Em çiqasî yekitiya xwe xurt bikin, em ê ewqasî civaka xwe ji fermanê biparêzin.”