
Yekane hêza xweparastinê ya Êzîdiyên Şengalê YBŞ, bi beşdariya ciwanan mezin dibe. 80 şervanên ji Dewreya Şehîd Şoreş Şengal mezûn bûyî tevlî refên YBŞ’ê bûn.
Tevlîbûna ciwanên Êzîdî ya nav refên Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê (YBŞ) her diçe zêde dibe. Bi merasîmeke leşkerî ya li Şengalê, 80 şervanên ji Dewreya Şehîd Şoreş Şengal a di bin banê Akademiya Derwêşê Evdî de meyûn bûyî, cihê xwe yê di nav refên YBŞ’ê de girtin.
Ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr di merasîmê de axivî û got, “Em di merheleyeke re derbas dibin ku derfet û îmkanên mezin çêbûne. Em êdî weke miletê Êzîdî xwedî wê hêzê ne ku karibin xwe birêxistin bikin û biparêzin. Bi qasî li hemberî êrişên fizîkî, li hembet êrişên çandî û şerê taybet ên dijminan, em ê li ber xwe bidin, gelê xwe biparêzin û pêşî li parçebûnê bigirin. Mîna doh, em ê îro û timî gelê xwe biparêzin. YBŞ wê li meydana şer be. Dibe ku em berdêlan bidin, lê em jê re amade ne.”
Fermandar Feqîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di roja me de pêwîstiya me bi perwerde, serwextbûn, ronîbûn û yekîtiyê heye. Li ser vî esasî, em ê xwe birêxistin bikin û hêza xwe ya eskerî mezin bikin. Em ê xeyal û hesretên Şoreşan, Şengalan, Hejaran, Bêrîvanan, Brûskan pêk bînin.”
Merasîm bi sûndxwarina şervanan û bernameya çandî bi dawî bû.
ROJNEWS / ŞENGAL