Di 3’ê Tebaxa 2014’ê de li hemberî êrîşên DAIŞ’ê ji bo parastina gelê Êzîdî û Şengalê ji aliyê hêzên Êzîdî ve Yekîneyên Berxwedana Şengalê hat avakirin. YBŞ her roja diçe bihêz û berfireh dibe. Pêr ji dewreya şervanên nû ya Şehîd Şervan a Akademiya Derwêşê Evdî ya YBŞ’ê 22 şervanên nû yên ku perwerdeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk bidawî kirin, bi merasîmekê hatin mezûnkirin. Ji fermandarên YBŞ’ê Rêber Şengalî tevlî merasîmê bû.


‘Em ê tola komkujiyê hildin’

Rêber Şengalî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên têkoşîn û şereşê bi bîr anîn û wiha axivî: “Ev 22 hevalên me di nava mehekê de di warê îdeolojîk û leşkerî de perwerde bûn. 

Hevalên me ji bo parastina azadî û yekparçebûna vê xakê bikin, bi hewldaneke mezin tevlî perwerdeyê bûn. Divê em hemû bi vê coş û kêfxweşiyê tevlî têkoşînê bibin û li ser vî bingehî têkoşînê hîn mezintir bikin.” 

Şengalî diyar kir ku yên bûne sedema komkujiya 3’ê Tebaxê, YBŞ wê tolê ji wan hilîne û ji şervanên mezûn bûn re serkeftin xwest.

 Piştî axaftina Rêber Şengalî, merasîma sozdayînê ya şervanan dest pê kir. Şervanên ku soz dan û çek wergirtin tevlî nav refên YBŞ’ê bûn. 


‘Em gelê xwe teslîmi ti kesî nakin’

Mezûrnê dewrê, Şervan Dahola diyar kir ku bi tenê gelê Êzîdî dikare Şengalê biparêze û wiha axivî: “Me îro perwerdeya xwe bi dawî kir û soz da. Me di vê perwerdeyê de xwe nas kir. Divê gelê me yê ji ber komkujiyê koçber bûye, ji bo mezinkirina vê berxwedanê û cardin ji nû ve avakirina Şengalê vegere.”


Bang li keç û xortên Êzîdî kir

Şervan Dahola bang li gelê Êzîdî kir da ku xaka xwe biparêze û got: “Şengal, cihê jiyanê yê gelê Êzîdî ye. Ger gelê Êzîdî bi xwe xaka xwe neparêze, wê ti kes xaka me neparêze. Îro roj roja yekbûn û roja ji nû ve avakirina Şengalê û mezinkirina wê ye. Ji bo vê jî ez bang li hemû keç û xortên  Êzîdî dikim tevlî nav refên YBŞ û YPJ Şengalê bibin. Azadbûna Şengalê bi mezinbûna YBŞ’ê pêkan e.”


‘Em soz didin şehîdan’

 Şervanê YBŞ’ê Tolhildan Siba jî got, wan perwedeya xwe serketî bi dawî kir û wiha axivî: “Parastina gel û baweriya me, erka me ya herî pîroz e. Li ser vê bingehê em soz didin ku em ê li ser şopa yên li ser vê xakê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, bimeşin.”


‘Em soza parastina Şengalê didin’

 Şervanê YBŞ’ê  Rênas Tilkesap jî wiha peyîvî; “Perwerdeyên li vir hem îdeolojîk û hem jî leşkerî bûn. Ji bo me pir baş bû. Ji ber ku me xwe hîn baştir nas kir û em bi rastiya me re hatin danasîn. Em soz didin ku bêyî cudahiyê biêxin nava gelê xwe de, em ê Şengalê biparêzin.”


CUDÎ GEVER/ ZANA AMED/ŞENGAL