Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan pêr bi şev saet di 23:00’an de ji du baskan ve li hemberî çeteyên li jora gundê Skêniyê yê Girê Şehîd Dilgeş ê li Geliyê Şîlo çalakî pêk anîne. YBŞ’ê da xuyakirin ku di encama vê çalakiyê de 6 çete hatine kuştin, 2 çete birîndar bûne û cenazeyê çeteyekî li herêma di bin kontrola wan de maye û çekek M16, rext û 500 fîşekên wê, 3.000 fîşekên kleşê û hin alavên leşkerî hatine desteserkirin.
‘Guh nedin xêrnnewazan’
YBŞ'ê da zanîn ku di encama vê çalakiyê de rojavayê Geliyê Şîlo bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin û got, "Ji bilî hêzên me yên YBŞ û YJŞ'ê, ti hêzên din beşdarî vî şerî nebûne."
YBŞ'ê bal kişand ser hewldanên xêrnexwazan û got: “Hin kesên xêrnexwaz hewl dane li nava gelê Şengalê tevlîheviyê derxînin û vî şerî weke êrîşeke berfireh a çeteyên DAIŞ'ê nîşan bidin. Lê ev yek ne rast e. Hêzên me cara 14. e ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dişikînin û bi pêş ve diçin.
Em bang li gelê xwe dikin da ku guh nede van hêzên xêrnexwaz û daxuyaniyên fermî esas bigire."
ANF/ŞENGAL