
Li Akademiya Şehîd Berxwedan a li Şengalê, dewreya ewilî ya perwerde ya sala 2017’an da destpêkirin. Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Feysel bi beşdariya 40 şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmekê dest pê kir.
Ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr, Cafer Berxwedan, Tîrêj Şengal û ji fermandarên YJŞ‘ê Sorxwîn Sîdar û Sarya Mazlûm tevlî merasîmê bûn. Ji fermandarên YBŞ‘ê Dijwar Feqîr li vir axivî û got, “Bi Akademiya Şehîd Berxwedan û dewreyên perwerdeyê yên li vir re em dixwazin têkoşînê qat bi qat mezin bikin.”
Dijwar Feqîr îşaret bi girîngiya Êzîdxana azad kir û got, “Bila gelê me bi vê baş zanibe; êdî piştî fermana 74’an wê fermaneke din ranebe. Ji aliye cesaretê ve ti kes mîna gelê me wêrek û şervan nîne. Kêmasiyeke me, nebûna yekîtiya me, bêperwerdebûyîn û nebûna tecrûbeya me bû. Divê em bawerî, ziman û nasnameya xwe biparêzin.”
Di merasîmê de malbatên şervanan û koma çand û hunerê ya Êzîdxanê jî amade bûn.
ANF / ŞENGAL