Heta sala 2020’an ji sedî 40
Her çendî jî jin jî bi dirêjahiya salan qasî zilaman dixebitin, lê nabin rêveberên şîrketan. Yekitiya Ewropayê (YE) xwest di sektora taybet de pêşî li cûdakariya zayendî bigire û xwest ku di rêvebertiyê de kota jinan were aşkerekirin. Parlementoya Ewropayê (PE) jî kotaya ji jinan hatibû diyarkirin erê kir. Li gorî planê, wê şîrketên welatên Ewropayê heta sala 2015 kotaya jinan bike ji sedî 30 û heta sala 2020 jî bike ji sedî 40. Dê ev zagon di meha pêş de bikeve meriyetê. Her wiha gelek sazî û rêxistinên jinan piştgirî didin vê zagonê. Yek ji parlementerên YE yên ku piştgirî daye vê zagonê Parlementera Yewnan Rodi Kratsa-Tsagaropoulou ye û dibêje, “Divê Ewropa ji şiyanên (behre) jinan bê par nemîne.”
Tenê li Norwecê ji sedî 40 e
Ligel YE’yê, gelek welatên din ên Ewropayê pêşnûmeyên wiha amade dikin. Wê Holanda, Awusturya û Spanya heta sala 2015 plana xwe ya ji bo kotaya jinan têxin meriyetê. Li gor plana Awusturyayê wê heta sala 2013 kotaya jinan bibe ji sedî 25, heta sala 2018 jî bibe ji sedî 35. Kotaya jinan a di nava rêveberiyên fîrmayên Swêd û Fînlandiyayê de ji sedî 26 e û Norwêc jî ji sedî 40 e. Lê ev rêje li Elmanyayê ji sedî 10 e. Komîsera Mafên Bingehîn û Alîkara Serokê Komîsyona Ewropa Viviane Reding ji ber vê kotayê Elmanyayê hişyar kir. Reding ji kovara nûçeyan a Alman Focus re axivî û got ku jin bi awayeke rêkûpêk têne qewitandin û wiha dom kir, “Di fîrmayan de desthilatiya zilam heye. Divê ev tavilê bi dawî bibe.”Rayedara YE’yê diyar kir ku wana heta adara 2012 dem daye û fîrmayên ji bo zêdekirina kotaya jinana tiştek nekin, wê bêne cezakirin.
Li Almanyayê ji sedî 10 e
Yekem Seroka Desteya Rêveber a Daîmler a otomatîvên Alman a jin Christine Hohmann-Dennhardt jî diyar kir ku divê ji bo kotaya rêveberiya fîrmayana zext neyên kirin û ev kota bi dildarî were zêdekirin. Christine Hohmann-Dennhardt ji kovara nûçeyan Spiegel re axivî û diyar kir ku ji 180 fîrmayên Almanyayê tenê jin di rêveberiya 5 fîrmayan de hene. Hohmann-Dennhardt got; “Em ê heta sala 2020 kotaya jinan bikin ji sedî 20.” Wezîra Malbatê ya Hikûmeta Merkelê, Kristina Shcröder jî bi awayek nerm nêzî kotaya jinan dibe. Schröder got; “Em nikarin heman kotayê di hemû fîrmayan de pêk bînin. Heta niha kotaya fîrmayan ji wijdana fîrmayan re hatibû hiştin û ji ber vê jî bi ser neketibû.” Li gor îstatîstîkan, rêjeya jinan a di rêveberiya nêzî 200 şîrketên Almanyê de ji sedî 3 derbas nabe. Ji bo sererastkirina vê yekê, tê payîn ku Almanya heta sala 2013 de sererastkirineke zagonî pêk bîne.
PERWER YAŞ/ANF