Pêla koçberiyê ya ber bi Ewrûpayê ve di ser Derya Spî re didome. Îtalya li pêşberî vê pêla koçberiyê xwe bi tenê dibîne.
Tenê van çend rojên bihurî, li peravên Lîbyayê zêdeyî 4.600 koçberî hatin rizgarkirin. Koçber gihandin peravên Îtalyayê.
Hikûmeta Îtalî ya li Romayê jî zextê li welatên din ên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dike ku benderên xwe vekin. Hikûmeta Îtalî bi awayekî berbiçav doza alîkariyê li YE´yê bikin.
Hikûmet dixwaze pêşî li koçberiyê bê girtin û koçberên ji deryayê hatine rizgarkirin, bi rengekî wekhev li welatan bên parvekirin.
Serokwezîr Paolo Gentîlonî hefteya bihurî daxuyaniyek da û got, kapasîteya Îtalyayê bêdawî nîne. Lê hevparên Îtalyayê red dikin ku benderên xwe vekin.
Ji bilî 4.600 koçberên nû yên gihandin peravên Îtalyayê, ji destpêka salê û vir ve 85 hezar koçber gihîştin Îtalyayê. Tê payîn ku heta dawiya salê ev hejmara koçberan 200 hezarî derbas bike. Servîsên îstîxbaratê yên Îtalyayê radigihînin ku zêdeyî 300 hezar kes niha hewl didin berê xwe bidin Îtalyayê.
Welatên YE´yê xwe nadin ber guhertina polîtîkaya koçberiyê. Derya Spî jî ji koçberan re dibe goristan.
Rêxistinên civakî yên sivîl, YE´yê weke yek ji berpirsyarên mirina koçberan dibînin. Tenê sala 2016’an herî kêm 5 hezar kesî li Derya Spî jiyana xwe ji dest da. Hejmara mirovên ji destpêka salê û vir ve jiyana xwe ji dest dane 2.100 derbas kir.
ANF / ROMA