Parlamenter Elî Heme Salih li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ji aliyê şirketên petrolê yên cîhanê ve 40 milyon dolar hatiye veqetandin ji bo Şengalê lê ev pere ji bo Şengalê nehatiye xerc kirin û wiha dewam kir: “ Ji berî sala 2014’an şirketên petrolê yên cîhanî 40 milyon dolar ji bo Şengalê veqetandin. Ev pere  xistin Banka Kurdistanê ku girêdayî PDK’ê ye û heya niha ji bo Şengalê yek dolar xerc nekiriye. Gelek eşkere ye ev pere çi lê hat û çaresenûsa sedan milyon dolarên din jî hemane.”

Her wiha Parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih li gel daxuyaniya xwe belgeya gendeliya PDK’ê jî peşkêş dike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN