Li bajarê Silêmaniyê du rojên bihurî şêwreke ji bo çarenûsa Kurdistanê girîng bi rengê komxebatê bi rê ve çû. Me guh da hizrên hinan ji beşdaran ku yek ji wan Dr. Şêrko Hema Emîn Qadir ji Tevgera Gorran, yê din endamê Meclsîa PJAK´ê Amed Şaho û yeke din jî Cîgira Berdevka Kongra Star li Kobanê Xarîse Hecî Evdilqadir bû. Hersê delegeyên şêwrê jî hem fikrbûn li ser wê yekê ku yekkirina helwêsta rêxsitinên Kurd beramberî dagirkerên Kurdistanê û ji boçareseriya pirsgirêkên di navbera rêxstinên Kurdistanê heyatî ye û ev gava komxebatê ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bi girîngî nirxand. 


Kongre ji bo parastina mafê neteweya Kurd

Dr. Şêrko Hema Emîn Qadir, parlemanterê Gorran li parlemana herêma Kurdistanê îşaret bi hestiyarbûna dema birêveçûna komxevatê kir, girîbgitya qehremanî û berxwedana hêzên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî DAIŞ´ê bi bîr xist û got,: “Pêwîst e piştî DAIŞ´ê gelê Kurd xwedî destketiyên siyasî be. Piştî Şerê yekem di encama peymanên Sevres û Lozanê welatê me li çar parçeyan hat dabeşkirin. Îro, pêwîst e bi kombûnê em çarenûsa gelê xwe diyar bikin. Ji ber wê jî ev komxebata şêwrê di demeke pirr girîng de ye. Pêwîst e, em di demeke herî nêz de Kongreya Neteweyî damezrînin, da ku em karibin di siberojê de mafên neteweya xwe bi dest bînin.   

Her kesî li vir tişta ku weke pirsgirêk dibîne û weke çareserî dibîne îfade kir. Li dawiyê em hêvî dikin ku ev komxebat zextekê biafirîne li ser hêzên siyasî ji bo damezrandina Kongreya Neteweyî. Divê stratejiya neteweyî bê diyarkirin ku xizmetê bike ji bejewendiyên temamê Kurdistanê re. Bi vê stratejiyê ti rêxistineke Kurdistanî wê nikaribe têkiliyeke gumanbar bi dewletan re bike ku zerarê bide berjewendiyên parçeyekî Kurdistanê. Ji ber wê jî damezrandina heyeteke dîplomasiya neteweyî girîng e.”


Kilîta çareseriya tevahiya pirsgirêkan e 

Endamê Meclîsa PJAK´ê Amed Şaho jî xweşhaliya xwe ji pêkhatina komxebatê îfade kir, ew ji bo yekîtoiya neteweyî buhagiran nirxand û got, “Ev komxebat dikare beşekê ji pirsgirêk û qeyranên li beşên Kurdistanê heyî çareser bike. Nexasim jî aloziyên heyî kêm bike û hewl bide ku pirsgirêkên heyî çareser bike. Hingê ew dikare sînorê destwerdanê dewletên derve li hemû beşên Kurdistanê kêm bike. Nexasim siyasetên dewletên dagirker li hemû beşên Kurdistanê li dijî gelê Kurd dikare bi sînor û kêm bike. Em weke PJAK´ê di wê hizrê de ne ku ev komxebat dikare ji bo temamkirina wê serketina dîrokî ya eskerî ya gelê Kurd nîşanî temamê cîhanê dayî bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ´ê veguhêzîne meydana siyasî jî.

Hewldana dagirkerên Kurdistanê ew e ku Kurdistanê dabeş bike û tehekuma xwe li ser ferz bike. Niha li Kurdistanê du zêhniyet hene, yek jê li ser dewlet-netewe dixebite, ya din jî li ser neteweya demokratîk têdikoşe. Zêhniyetek dixwaze yekîtiyeke neteweyî dirust bike ku li beşên Kurdistanê qismî serketî bûye. 

Yekîtiya neteweyî ya Kurd biqasî av û nan girîng e, guman ji vê nîne, lewma îro kilîta çareserkirina tevahiya pirsgirêkên gelê Kurd e. Beşdarnebûna PDK´ê li komxebateke bi vî rengî nîşan dide ku hin hêz hene li dijî duristkirina yekîtiya gelê Kurd in. Beşdarnebûna PDK nîşan dide ku wê xwe aliyê daxwazên van hêzan girtiye, ev jî diyar e, daxwaza dewleta Tirk, ya Îranê û hêzên din ên dagirker e. Ew jê re dibêjin, derfetê nedin yan jî rê nedin ku yekîtiya neteweyî ya Kurd durist bibe. Lewma dema yekîtî û yekrêziya gelê Kurd pêk were, Kurd dikarin bi helwêsta xwe êrîşên dagirkeran bişikînin. Siyaseta wan a li dijî gelê Kurd, dîplomasiya wan hemû bi hevgirtina me pûç dibe. Nabe ku têkiliyeke aliyekî siyasî bi hêzeke dagirkerê Kurdistanê re hebe li ser hesabê lawazkirina partiyeke Kurd a beşeke din a Kurdistanê. Ji bo wê jî serketina vê komxebatê wê dawiyê bîne li nakokiyên bi vî rengî.


Bingeha Kongreya Neteweyî

Cîgira Berdevka Kongra Star ji Kantona Kobanê, Xarise Hecî Evdilqadir biserxistina komxebata şêwrê wekî xewn û xeyala şehîdan û projeya Ocalan a yek netewe, yek ziman û yek îradeyê û wekî bersiveke ji wan nakokiyan re ku di navbera rêxistinên Kurdan de tên çêkirin, nirxand û got, “Minaqeşe baş in, kêmasî divê bên kêmkirin. Heger hizra hemû partiyên Kurdistanê li vir hazir bûye, wê gaveke mezintir bihata avêtin. Em hêvîdar im ew kesên beşdar nebûne, di gava duyemîn de cihê xwe bigirin da ku di temamkirina vê gava dîrokî de ew jî hebin. 

Ev komxebat ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bingehek e. Ew bingeh hîna bi kêmasiye û dema ev kêmasî ji holê hatin rakirin, hingê esasê kongreyê wê temam bibe. Dîsa jî, ev dîroka me Kurdan de gaveke mezin e ku tê avêtin. 

Ya muhim ew e, piştî vê komxebatê çi partiyên siyasî û çi jî rêxistinên civaka sivîl bi xisûsiyetên xwe li cihê lê bi dewra xwe rabin, û vê şêwra li vir çêbû bi ser ve temam bike. Ango her kes bi civîna û bi şêwrên pişûk encamên vê şêwrê û minaqeşeyan bigihîne xelkê û belav bike, da ku bi dewra xwe rabin, erka xwe temam bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Heta  Kongreya Neteweyî 


Komxebata Şêwra Yekîtiya Neteweyî a Kurdistanê a ku KNK´ê li Silêmaniyê li darxist û dawiya hefteyê du rojan dewam kir, doh êvarê bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin, “Tevahiya beşdarên şêwrê dan zanîn ku ew biryardar in ku xebata xwe heta pêkhatina Kongreya Netweyî dewam bikin.” 

Xalên girîng ên di metna encamnameyê de derdikevin pêş ev in: 

“Roja me ya îro li Rojhilata Navîn Şerê sêyem ê cîhanê bi rê ve diçe; di vî şerî de hem derfeta ku destketiyên xwe bigihîne encameke dawiyê heye û hem jî xeterên cidî ji bo Kurdan hene.”

Di encamnameyê de piştî bibîrxistina siyaseta dagirkeran a ji bo tepirsandina Kurdan û lawazkirina wan, tawîzdana beramberî hev û beramberî hêzên navneteweyî, tehlûkeya herî mezin wiha hat destnîşankirin: “Lê belê, ji bo Kurdan tehlûkeya bi rastî parçebûna wan e. Heger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, ew ê hem tehlûkeyan berteref bikin, hem jî li her parçeyî statuya ew dixwazin bi cih bikin û bigihîjin azadiya xwe.”


Ji encamên girîng çend

* Tevhiaya beşdarên şêwrê li ser zarûriyeta yekîtiya netweyî hemfikr in û beyan dikin ku ew ê berpirsiyariya dikeve ser milên wan bi cih bînin.

* beşdar biryardar in ku divê xebat bê navber dewam bikin heta biserxistina pêkhatina Kongreya Neteweyî.

* Prensîp û rêbazên Yekîtiya Neteweyî mijareke kilît in ji bo pêkhatina wê. Ji ber wê jî divê partiyên siyasî, rewşênbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, alimên dînî, rûspî û jinên civaka me bi berfirehî minaqeşe bikin. Ji bo vê biryar hat dayîn ku li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewrûpayê xebatên dewlemend bên birêvebirin.

*  Şêwra me tevlîkirina hemû aliyan weke prensîp qebûl kiriye. Ji ber wê jî xebatîn ji bo beşdarkirina aliyên beşdarî gava yekem nebûyî wê bê navber dewam bikin.

* Piştî hemfikriya li ser prensîp û rêbazê, biryar hat dayîn ku gava sêyem bê avêtin. Beriya vê qonaxê ji bo civandina Kongreya Netweyî biryara damezrandina komîteyeke civandina kongreyê hat dayîn.

* Divê sûd bête girtin ji fikrên jinên Kurd ên ku komîteyeke ji bo yekîteya neteweyî damezrandine û çalaktir beşdarkirina wan di xebatên yekîtiya neteweyî de.

Ji bilî van xalan di metnê de bang li aliyên beşdarî şêwrê nebûyî hat kirin ku bi berpirsiyariya xwe rabin û beşdarî xebatên pêkanîna Kongreya Neteweyî bibin. 



 SILÊMANÎ